YPG'ê bîlançoya şerê meha Adarê eşkere kir

YPG'ê bîlançoya şerê meha Adarê eşkere kir. Di qonaxa 3. a Pêngava Xezeba Firatê de qadek ji 1640 kîlometreçargoşeyî hat rizgarkirin, herî kêm 272 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, bîlançoya şerê meha Adarê eşkere kir. Di daxuyaniya YPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Di Adara 2017’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 47 caran bi hemû cûre çekên giran êrîşî seranserê sînorê Rojavayê Kurdistanê kiriye, di wan êrîşan de û bi taybetî her du Kantonên Efrîn û Kobanê bi dijwarî bûne hedef. Di vê mehê de artêşa Tirk a dagirker 7 caran hewl daye sînorê Rojava derbas bike û axa wê dagir bike. Her wiha 8 caran bi balafirên keşfê yên bêmirov (drone) sînorê asmanî yê Rojava binpê kirine û keşf kiriye.
 
Li hemberî van êrîşan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di çarçoveya parastina rewa de 27 caran di asta pêwîst de bersiva destdirêjî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daye ku di encam de: 2 balafirên keşfê yên artêşa dagirker hatine xistin, tangek hatiye ruxandin, trêksek hatiye derbkirin, 2 çeteyên artêşa dagirker hatine kuştin û 2 leşkerên artêşa dagirker hatine birîndarkirin.
 
Di Adara 2017’an de, di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 3 endamên Erka Xweparastine birîndar bûne û zarokek 14 salî di navbera Girê Spî û Serêkaniyê li ser sînor bi awayekî hovane hatiye qetilkirin.
 
Di vê mehê de çeteyên DAIŞ'ê 3 caran êrîşê çeperên YPG û YPJ’ê kirine, yek ji wan di 27’ê Adarê de li dijî gundê Ezawî ya girêdayî Şedadê pêkhatibû. Di encamê bersivek di cih û tund de 1 tang, 2 maşîneyên doçkabarkirî, 3 maşîneyên teqemenî û 1 maşîneya leşkerî hatin rûxandin. Her wiha termên 45 çeteyan ketin dest, 3 balafirên biçûk û 15 bombeyên destan hatin desteserkirin. Di têkbirina wan êrîşan de du rêhevalên me gihiştin şehadetê."
 
YPG û YPJ’ê di Adara 2017’an de jî rola xwe di Sêyemîn Merheleya Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê de lîstin û encama xwe jî wihaye: “YPG û YPJ di nav de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Sêyemîn a Rizgarkirina Reqayê de ji 3 baskan pêş ve çûn. Her sê baskan bi giştî hezar û 786 km2 alan hatiye rizgarkirin. Di baskê Bîr El-Hiba 540 Km2 ji herêmên rojhilatê bajarê Reqa ji çeteyan rizgarkirin, di nava vê herêmê de bajarokê Kerama ya stratejîk ku çeteyan wekî baregeheke sereke bikar tanîn hebû.
 
QSD’ê di baskê Ebû Xeşeb jî herêmek bi firehiya hezar û 100 km2 ji çeteyan rizgar kirin. Bi vê yekê firehiya tevahiya herêmên rizgarkirî bû hezar û 640 km2, di vê herêmê de bi dehan gund û mezre hene. Li herêma rizgarkirî bi hezaran welatiyên sivîl hatin rizgarkirin, QSD welatiyên ji çeteyan hatin rizgarkirin, veguhestin herêmên bi ewle. Ekîbên pspor jî gundên hatine rizgarkirin ji mayînan paqij kirin û riya vegera welatiyan a gundan hêsan kirin.
 
Di şer de 272 çete hatin kuştin, ji van cenazeyê 67 çeteyan ketin destê şervanên QSD. Her wiha miqdarek çek û cebilxane ketin destê şervanan. Cihekî dermanan û çêkirina madeyên teqemeniyê yên çeteyan hate dîtin.
 
QSD bi baska sêyemîn a rojavayê Reqayê ji bo rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê dide meşandin. Di vî baskê de herêmeke bi firehiya 146 km2 hate rizgarkirin û 13 gund û 10 mezra hate rizgarkirin. Hemû rêyên diçin Tebqa hatin girtin.
 
Di şer de 79 çete hatin kuştin, 29 termên çeteyan ketin dest û 5 çete bi saxî hatin girtin. 5 wesayîtên leşkerî, du doçka û her wiha alav, çek û cebilxaneyên curbecur hatin desteserkirin.
 
Di vê mehê de 82 hevalên me gihiştine şehadetê. 63 hevalên me di hemleya Xezeba Firatê de û 9 hevalên me li Şedadê şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de, 4 hevalên me encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de û 6 hevalên me di encama qrîza dil û qezayan de şehîd bûne."