YPG: 7 hevalên me ji bo rizgarkirina sivîlan canê xwe feda kirin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şervanên xwe yên ku di demên cûda yên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şervanên xwe yên ku di demên cûda yên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Navendê diyar kir, Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê hatiye destpêkirin, bênavber dewam dike û destnîşan kir, ku piştî dorgirtina Reqayê ji sê aliyan ve, baskê sêyemîn ê operasyonê dest bi pêngava rizgarkirina Tebqa û bendava Firatê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hêzên QSD'ê di demeke kurt de ber bi bajarê Tebqayê ve bi pêş ve çûn û şervanan bi hezaran sivÎl, tevî bi dehan gundan ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.

'HEVALÊN ME JI BO RIZGARKIRINA SIVÎLAN CANÊ XWE FEDA KIRIN'

Navenda Ragihandinê da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li pêşveçûna hêzên wan bigire, maşînên bombeyî bi kar tînin, mayînan diçînin û gelê sivîl weke mertalên zindî bi kar tînin.

YPG'ê da zanîn, çeteyên DAIŞ'ê roja 1'ê Nîsana 2017'an ji sê aliyan ve bi rengekî berfireh êrîşî şervanên Pêngava Xezeba Firatê kirin û wiha dewam kir: "Şervanên me piştî şerekî demdirêj û dijwar, êrîşên çeteyan têkbirin. Di têkbirina êrîşên çeteyan de 7 hevalên me piştî berxwedaneke bêhempa şehîde bûn. Heft hevalên me, ji bo sivîlên ku çeteyan ji xwe re kiribûn mertal rizgar bikin, canê xwe feda kirin. Çeteyên DAIŞ’ê bi van êrîşan negihîştin armancên xwe û her ku diçe ber bi qedandinê ve ye.
 
Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên ku ji bo azadî û demokrasiyê canê xwe feda kirine bibîr tînin. Em sersaxiyê di serî de ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistan re dixwazin. Emê bi têkoşîna xwe heya dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin û careke din soz didin ku em ê armancên wan pêk bînin.

7 ŞERVANÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 7 şehîdan wiha ye:

Nasnav: Elî Hesekê
Nav û Paşnav: Xidir Silêman
Navê Dayikê: Xinma
Navê Bav: Hisên
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, Gundê Til Hewas  1 Nîsan 2017
****
Nasnav: Yilmaz Hesekê
Nav û Paşnav: Amar Elî
Navê Dayikê: Sariya
Navê Bav: Newaf
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê, Til Beraq
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Til Hewas  1 Nîsan 2017
 ***
Nasnav: Elî Mihemed
Nav û Paşnav: Kadoz Qamişlo
Navê Dayikê: Fatima
Navê Bav: Selman
Cihê Ji Dayikbunê: Şam
Cih û Dîroka Şehadetê: Balafirgeha Tebqa  1 Nîsan 2017
***

Nasnav: Mihemed Yusif Mehmûd
Nav û Paşnav: Şêro Qamişlo
Navê Dayikê: Smîre
Navê Bav: Yusif
Cihê Ji Dayikbunê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: 01-04-2017 Balafirgeha Tebqa  1 Nîsan 2017
***
 
Nasnav: Alan Hesekê
Nav û Paşnav: Hisên Casim
Navê Dayikê: Hûriya
Navê Bav: Xalid
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Malha  1 Nîsan 2017
***

Nasnav: Med Rojava
Nav û Paşnav: Idrîs Biro
Navê Dayikê: Su'ad
Navê Bav: Bedran
Cihê ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê, Gundê Til Xezal
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Heskê Cezra  3 Nîsan 2017
****

Nasnav: Şervan Hesekê
Nav û Paşnav: Omer Xelef
Navê Dayikê: Sebha
Navê Bav: Hays
Cihê ji Dayikbûnê: Dêrezor
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, El Kerama  22 Adar 2017