YNK û Goran ji bo referandûmê civiyan

Civîna YNK û Tevgera Goran a ji bo rojeva referandûmê bi dawî bû.

YNK û Tevgera Goran li Silêmaniyê li hev civiyan. Ji YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed, Qadir Hemê Can, Îmad Ehmed û Kosret Resûl û ji Tevgera Goranê Mihemed Tewfîq Rehîm, Omer Seyd Alî, Îsmaîl Nemêq, Semal Abdulle û Osman Hecî Mehmûd li hev civiyan.


Di civînê de referandûma serbixwebûnê ya Başûrê Kurdistanê, çalakkirina parlementoyê, krîza aborî û îstîfaya Waliyê Silêmaniyê Serdar Qadir hate gotûbêjkirin.


Li gorî nûçeya hin weşanên li Başûrê Kurdistanê YNK ji Goranê pêşniyar kiriye ku ji dêvila Serokê Parlementoyê yê Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed ê ku PDK’ê ew ji peywirê wergirtibû, kesekî din were peywirdarkirin.


Herdu partiyan berê biryar stendibûn ku Heyeteke Hevpar were avakirin. Heyeta hevpar herî dawîn di 22’ê Nîsanê de li hev civiyabûn di daxuyaniyê de gotibûn: “Referandûm mijareke neteweyî ye û tenê parlemento dikare biryara parlementoyê bide.”


Di 24’ê Adarê de jî PDK û YNK’ê ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê heyeteke hevpar ava kiribû û ligel partiyan hevdîtin kiribûn.


Heyeta YNK-PDK’ê ji xeynî Goran û Tevgera Azadî bi hemû partiyan hevdîtin kiribûn. Piştî hevdîtinan heyet bi pêşengiya Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî li hev civiyabûn û dabûn diyarkirin ku biryar hatiye girtin ku di 2017’an de referandûm were kirin.


Di hevdîtinên bi partiyên siyasî de gelek partiyan diyar kiribûn ku ji bo biryara referandûmê divê parlemento were vekirin. Lê endamên Polîtburoyê yê PDK’ê Fazil Mîranî gotibû: “Referandûm ji vekirina parlementoyê girîngtir e.”


Ji Cotmeha 2015’an û vir ve Parlementoya Başûrê Kurdistanê bi awayê pratîk ji aliyê PDK’ê hatiye girtin. Di 12’ê Cotmeha  2015’an de PDK’ê nehiştibû ku Serokê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsif Mûhammed ê ji Tevgera Goran ji Silêmaniyê derbasî Hewlêrê bibe û 5 wezîrên Goran ji peywirê stendibû.