YNK heyetekê dişîne Bexdayê

YNK'ê biryar da ku heyetekê bişîne Bexdayê. Heyeta YNK'ê wê mijara wezaretên ku di hikumeta nû de divê ji wan re bê dayin binirxîne.

Polîtburo ya YNK'ê doh bi serokatiya Alîkarê Sekreterê Giştî Kosret Resûl li hev civiya. Di civînê de biryar hate dayin, ku ji bo destekê bide Serokkomarê nû yê Iraqê û gotûbêjkirina wezaretên di hikumeta nû ya Iraqê de divê ji wan re bê dayin, heyetekê bişînin Bexdayê.

Berdevkê YNK'ê Sadî Ahmed Pîre li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, heyet wê li Bexdayê bi rayedarên payebilind re hevdîtinê bike. Pîre got, "Li gel têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, avakirina desteya wezîran a nû ya li Bexdayê wê mijara heyetê be."

Hêjayî gotinê ye, piştî serdana Berzanî, wezaretên ku diviyabû ji YNK'ê re bihatina dayin, hatibûn betalkirin.