Meclîsa Partiyê ya Yekîtiya Niştmanî Kurdistanî (YNK) du li Silêmanî pêk hat û biryarên di civînê de hatin girtin, ji raya giştî re hatin eşkerekirin. Endamê Meclîsa Partiyê ya YNK'ê Zubeyîr Osman encama civînê eşkere kir û got, herî dereng heta Sibata 2018'an wê YNK kongreya xwe li dar bixe.
Osman wiha dewam kir: "Meclîsa Siyasî ya Herêma Kurdistanê, ku bi serokatiya Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî ji bo referandûmê hate avakirin, divê bê betalkirin û eger neyê betalkirin wê YNK endamê xwe ji nav derxîne."
Osman ev biryarên di civînê de hatin girtin, eşkere kir:
"* Divê heyetek ji 5 partiyên li parlamentê bê avakirin û serdana Bexdayê bike.
* Pêwîste Tevgera Goran û Serokê Parlamentê tevlî rûniştinên li parlamentê bibin.
* Her pêşniyara ku YNK ji bo çareseriyê pêşkêş dike, divê destpêkê ji aliyê Meclîsa Partiyê ve bê erêkirin.
* Meclîsa Partiyê ya YNK'ê hemû sûcdariyên li partiya me tên kirin red dike. Şehîd nîşan didin bê kê cihê xwe di xeta parastinê de girtiye."