YNK: Divê êrîşên Tirkiye yên li ser Rojavayê Kurdistanê werin sekinandin

Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Seadî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Em ji êrîşên dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê bi fikar in.”

Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtîya Niştîmaniya Kurdistanê Seadî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de bersiva Yekîtî ya ji bo çend pirsan ragihand. Yek ji wan pirsên hatin kirin girêdayî êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê bû.

Pîre got: “Di demboriyekî ne zêde dûr de li ser Rojavayê Kurdistanê pir êrîşên ne rewa çêbû. Ji ber wê yekê hejmarekî zêde şehîd û birîndar çêbûn û gelek kes jî koçber bûn. “

Her wiha Pîre derbarê êrîşên dewleta dagirker ê Tirk axivî û got: “Em Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê ji du hêlan ve ji wan êrîşan bi fikar in.

Yekem: Erkekî niştîmanî ye ku em Kurd bersiva wê pirsê bidin û daxwaz bikin ku muameleyeke rewa bê kirin û ew êrîşan bêne sekinandin.

Duyem: ji ber wan êrîşane hejmareke zêde kes koçber bûne û bera xwe dane herêma Kurdistanê ku ew yek jî erkê herêma Kurdstanê girantir dike.”