YNK: Bilindkirina ala herêmê ya li Kerkûkê destûrî û hiqûqî ye

Alîkarê Berpirsê Malbenda 2’an a YNK’ê Mehmûd li Kerkûkê ragihand ku ew partiyekî Kurdî ya Iraqîne û bilindkirina ala herêma Kurdistanê ya li ser navendên wan destûrî û hiqûqî ye.

Piştî ku Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) 8’ê Çileya 2019’an ala Herêma Kurdistanê li ser avahiyên navendên siyasî, malbend û komîteyên xwe yên li Kerkûkê bilind kir û şûnde, zextên mezin li ser hate kirin.

Eniya Tirkmen a Kerkûk dîsa waliyê Kerkûkê yê bi wekalet li dijî vê helwestê derketin û daxwaz kirin ku ala herêmê bê daxistin. Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi daxuyaniyekê ragihand ku hildana ala Herêma Kurdistanê ya li Kerkûkê nedestûrî û ne hiqûqî ye, pêwîste bê daxistin.

Li ser van nerazîbûnan ala Herêma Kurdistan li ser avahiyên komîteyên YNK’ê yên li Kerkûk hatin daxistin, niha tenê al li ser Mekteba siyasî û Malbendî 2’ê ya YNK’ê maye.

Alîkarê Berpirsê Malbenda 2’yê ya YNK’ê Rewend Mele Mehmûd ji ANF’ê re axivî û got: “Her kes û aliyên nerazî yên ji ber bilindkirina ala Kurdistanê dikarin bi rêyên hiqûqî û destûrî kar bikin. Em partiyeke Kurdî ya Iraqî ne, bilindkirina ala Kurdistanê ya li ser navendên xwe destûrî û hiqûqî ye. Heta niha hê ti pêkhateyekê bi fermî dijîbûna xwe ya ji bo bilindkirina ala Kurdistanê diyar nekiriye.”

Mele Memûd anî ziman ku Waliyê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî dijîbûna xwe ya ji bo vê mijarê aniye ziman û got: “Eger sihek ji bo Kurdan hebe, ew dixwaze wê sihê jî hilweşîne. Yekan e sedemê van pirsgirêkan waliyê Kerkûkê ye. Walîtiya Kerkûkê ji bo Kurdan e û ji bo YNK’ê ye.”