YJA Starê li Metînayê li dagirkeran xist

Gerîlayên YJA Starê 20'ê Mijdarê li geliyê Girê Azad ê Metînayê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya pêngava 'Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina civak û jin a azad e' ya KJK'ê;

20'ê Mijdarê saet di 16:00 de li herêma Metînayê, li dijî dagirkerên li Geliyê Girê Azad hêzên me yên YJA Starê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin hate xistin.

19'ê Mijdarê saet di navbera 23:00-00:00 de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombardûman li qada Çemço ya herêma Zapê kir.

20'ê Mijdarê saet di navbera 10:00-17:00 de li herêma Metînayê qadên Gundê Hirorê û Dola Derarê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin."