Yildiz: AKP li şûna vîrûsê li dijî gelê Kurd şer dike!

Hevşaredara Erxeniyê Meryem Yildiz got, "AKP ku divê li dijî vîrûsa koronayê têbikoşe, li dijî îradeya gelê Kurd şer dike."

Dinya hewl dide pêşî li vîrûsa koronayê bigire, lê dewleta Tirk kiryarên xwe yên dagirkeriyê didomîne.

Şaredariyên Êlih, Erxenî, Farqîn, Lice û Egîlê yên HDP'î hatin desteserkirin.

Li Şaredariya Erxeniyê ku qeymeqam kirine qeyûm, lêgerîn dewam dike. Polîsan avêtin ser mala hevşaredar Ahmet Akaya û ew birin midûriyeta emniyetê.

Hevşaredar Meryem Yildiz û endamên meclîsa şaredariyê li pêşiya avahiyê hatin rawestandin û destûr nedan ku derbasî nava avahiyê bibin.

'AKP HER TIŞTÎ JI XWE RE DIKE FIRSEND'

Hevşaredar Yildiz destnîşan kir ku gelê Erxeniyê wê desteserkirina îradeya xwe qebûl neke. Yildiz diyar kir ku ew hevşaredar e, lê nikare bikeve hundirê avahiyê û got, AKP vê krîza vîrûsa koronayê jî ji xwe re kiriye firsend.

Yildiz got, "AKP a ku divê li dijî vîrûsa koronayê têbikoşe, li dijî îradeya gelê Kurd şer dike. Gelên Tirkiyeyê wê hesabê vê bipirse."