'Yên ji bo sîxuriyê tên qadên gerîla, wê bibin hedefa me'

Fermandariya Eyaleta Serhedê bal kişand ser hewldanên ji bo sîxuriyê yên li herêmê û destnîşan kir ku yên sîxuriyê bikin, wê ji ber vî sûcî bibin hedefa wan.

Fermandariya Eyaleta Serhedê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a mêtinger qirker ji bo derbê li hêzên me yên eyaletê bixe li herêma Serhedê îxbarî û karên sîxuriyê dimeşîne. Ji bo nuqteyên hêzên me yên gerîla û kampên zivistanê tespît bike, di bin navê 'nêçirvaniyê' de berê sîxuran dide herêmê. Vî karî jî bi giranî li qadên Tendurekê, Glîdaxê û Çemçê dimeşîne ku li van deveran derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin.

Yên ku ji bo îxbarê tên herêmên gerîla û karên sîxuriyê dikin, wê ji ber vî sûcî bibin hedefa me. Ji ber vê yekê em hişyariyê didin ku ji bo karên sîxuriyê neyên qadên gerîla û bang li gelê xwe yê welatparêz jî dikin ku li hemberî van sîxuran hişyar be."