Yekîtiya Ekolojiyê: Dewleta Tirk û DEDAŞ ji şewatê berpirsyar in

Yekîtiya Ekolojiyê ku bal kişand ser şewata li Kurdistanê, diyar kir ku ji ber ku di dema xwe de mudaxele nehatiye kirin karesat çêbûye û bertek nîşanî dewlet û DEDAŞ’ê da.

Yekîtiya Ekolojiyê têkîldarî şewata ku di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê de derket û 11 kes jiyana xwe ji dest da û 10 jê bi giranî 44 kes birînda bû de daxuyaniyekî nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şewat ji ber kabloyên elektrîkê derketiye û wiha hate gotin: “Ji ber kêmasiyên xizmetguzariyê yên qutbûnên elektrîkê yên biberdewamî, pirsgirêkên voltaja zêde, nenûkirina binesaziya elektrîkê yên DEDAŞ’ê  û îhmalkirina kontrolkirina van xizmetan ji aliyê dewletê ve li ser gelê herêmê tahakûm hatiye avakirin. Îhamalên ku bûne sedema şewatê nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku saziyên pêwendîdar ji daxwaza mudaxeleya bi bandor re bêdeng in û wiha hate gotin: “Li agahiyên ji herêmê hatine girtin, 11 kes mirine û 16 kes bi giranî birîndar bûne. Em ji ber zêdebûna windayan bi fikar in. Di şewata ku belavî cihên niştecihbûnê bûye de ji xeynî mirovan, sewal û jiyana xwezayî bandor bûye, çavkaniya jiyanê ya gundiyan zirar dît. Li gel ku her sal di mehên havînê de şewat çêdibin, saziyên dewletê tu tedbîr nagirin. Ji ber nebûna mudaxeleyekî bibandor û di vemirandina hewayê de nebûna di hejmarekî pêwîst de helîkopterên ditîna şevê û balafirên vemirandina şewatê, şewat vediguherin karesatekî mezin. Li herêma ku şewat lê derketiye hê jî pêwîstî bi piştgiriyê heye. Em ji bo sewalên ji ber şewatê zira ditîne bang li beytaran dikin.”