Yekîneyên Tolhildanê li Amedê nokerek ceza kir

Yekîneyên Tolhildanê yên Mehmet Akar ên Bazên Metropolan ragihand ku şeva borî li Amedê kesekî ku ji dewleta Tirk re dixebitî, ceza kirine.

Yekîneyên Tolhildanê yên Mehmet Akar ên Bazên Metropolan di daxuyaniya daye, ev tişt diyar kirin:

“Li taxa Hûzûrevlerî ya Amedê, duh bi şev derdora saet 23.30’an kesê bi navê Bayram Denîzhat ê ku hat tespîtkirin ku îstixbara dewleta Tirk re dixebite û têkîliya wî pê re heye, hat cezakirin. 

Kemîn li ber tîmên dijmin ên hatin cihê bûyerê jî hate danîn û li wan hate xistin. Em ji çeteyên mêtinger ên AKP-MHP’ê ya faşîst re dibêjin: Êdî ev kolan ji mêtingeran re hatiye girtin. Bila kesên zilmê li gelê Kurd dikin bizanin ku hûn di bin dorpêça Bazên Metropolan de ne. Kesên ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin û yên bûne hevkar, heta ku dest ji vê yekê bernedin wê her roj berdêlan bidin.”