Yekîneyên Tolhildanê li Amed û Êlihê çalakî li dar xist

Yekîneyên Tolhildanê li Amed û Êlihê çalakî li dar xist û peyama ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ da.

Yekîneyên Tolhildanê li Amed û Êlihê li dijî hêzên AKP û MHP’ê, kesên tiryakê difiroşin û îstîsmarkarên zarokan çalakî li dar xistin.

Yekîneyan di daxuyaniya nivîskî de gotin, “Em gel, tiştekî ku em winda bikin tune, em bi berxwedanê dikarin bi ser bikevin.”

AMED

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Delal Amed diyar kir ku wan ev çalakî li dar xistine:

“Di 29’ê Îlonê de li Bagarasiya Amedê TIR’ek û 8 wesayîtên luks ên li ser wê hatin şewitandin û xisareke bi milyon lîrayan pêk hat.

Di 1’ê Cotmehê de li Melîkahmeta navçeya Sûrê bi bombeyên dengan çalakiyek hate lidarxistin û wesayîta hevkarekî faşîst hate şewitandin.

Di 1’ê Cotmehê de li Kaynartepeya Amedê kesekî ku tiryakê difiroşe û komeke tîryakkêş hatin cezakirin.

Di 2’ê Cotmehê de li ser rêya Sento ya Baglara Amedê bi sabotaj û demançeyan li wesayîta zirxî ya Rangerê ya polîsên TEM’ê hate xistin. Hejmara polîsên birîndar nehate zelalkirin.

Di 2’ê Cotmehê de li navçeya Bismilê ya Amedê trafoyeke saziya elektrîkê hate şewitandin.

Di 3’ê Cotmehê de li Taxa Konakê ya Farqîna Amedê yekîneyên me yên xweparastinê li wesayîta zirxî ya polîsan da. Yekîneyên me bi bombeyên bi destan hatine amadekirin û demançeyan ev çalakî li dar xist. Du polîs birîndar bûn.

Di 3’ê Cotmehê de li Bismila Amedê îstasyoneke telefona destan hate şewitandin.

ÊLIH

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Seyîd Batman di 4’ê Cotmehê de kepçeyeke qeyyûm şewitand.

Yekîneya Tolhildanê di 3’ê Cotmehê de li Bahçelîevlera Êlihê kesekî ku zarok tacîz dikir ceza kir û roja beriya wê jî li ser dîwaran nivîs nivîsand û pankart daliqand.”