Yekîneyên Pilingên Kurdistanê li Serik û Mereş çalakî kirin

Yekîneyên Pilingên Kurdistanê li Serîk a Antalya û Mereş çalakî kirin, desthilata AKP-MHP’ê ya ku Kurdan dike hedef hişyar kir.

Yekîneyên Pilingên Kurdistanê daxuyaniyek da û ev got: "Di encama polîtîkayên înkar û qirkirinê yên ku di sedsala dawî de li Kurdistanê li gelê me hatin ferzkirin, hebûn, nav, nasname her tiştên gelê me tune hatin hesibandin. Kurdistan ji nava Nexşeya Rojhilata Navîn hate derxistin a ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn jinûve hate xêzkirin û hebûna gelê me jinedîtî ve hatin. Di encama van polîtîkayan de şerê qirêj rû da û dewleta Tirk a faşîst li hemberî gelê me bi her awayî zilm kir. Seranserê cografya Kurdistanê talan dikin.

‘KURD NE GELÊ KU KOLETIYÊ QEBÛL BIKE YE’

Her wiha her roj gelê me yê mezlûm qetil dike, bi êşkenceya digire û diavêje zindanan. Kurdên li metropolan dibin hedefa êrişên komên faşîst û tên lînçkirin. Her wiha li Kurdistanê leşker û polîsên faşîst dest diavêjin jinan. Ya ku dijmin li Kurdan ferz dike jiyaneke bi koledarî ye yan jî bi temamî îmha ye. Lê belê divê bê zanîn ku Kurd wê van rêyên li ber tên danîn, qebûl neke. Kurd rê û alternatîfên xwe afirandiye û her roj mezin dikin. Ew jî mîna Kawa, Mazlûm, Roza, Sara, Seyît Riza, Egîd, Elîşêr, Çiyager, Mehmet Tûncan rabûna li ber dijmin e, kevneşopiya berxwedanê ye.

‘EM Ê BI ZÊDAHÎ HESAB BIXWAZIN’

Li dijî vê polîtîkaya ku li ser gelê me tê ferzkirin, bi navê ciwanên Kurdistanî em ê bibin şopdarên berxwedana gelê xwe. Bila dewleta Tirk a faşîst baş bi vê zanibe ku em ê hesabê zilma li Kurdistanê kiriye qat bi qat bipirsin. Kurdistan bişewite wê Tirkiye jî bişewite. Kurd bên qetilkirin wê Tirk ên faşîst jî bimirin. Leşker, polîs, sazî, partiyên faşîst, yên cihê xwe di nava wan partiyan de digirin, mal û kargehên dewleta Tirk a faşîst wê hemû bibin hedefa me.

‘ME DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIR; EM Ê DERBÊ LI DIJMIN BIDIN’

Bi çalakiyên bombeyî yên li Serîk a Antalyayê û nuqteya jendermeyan a li Mereşê, bi navê 'Yekîneyên Pilingên Kurdistanê' em ji tevahiya gelê xwe re radigihînin ku me dest bi têkoşînê kirine. Ev hîn destpêk e. Divê gelê me yê Kurdistanê yê leheng zanibe ku ev çalakiyên me mizgîniya çalakiyên me yên hîn berfireh û bi bandor e ku wê dijmin bihejîne. Her ciwanekî Kurd ê bi rûmet jî li cihê ku lê ye divê tevlî vê têkoşînê bibe, vê têkoşînê xurt bike û derbê li dijmin bixe.

Yekîneyên me yên Pilingên Kurdistanê sibeha 28'ê Cotmehê li navenda Mereşê li dijî nuqteya jendermeyan çalakiya bombeyî li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de teqîneke mezin çêbû û gelek leşkerên Tirk mirin, gelek jî birîndar bûn. Hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Dewlet Tirk a dagirker bi zanebûn vê çalakiyê vedişêre û nahêle raya giştî pê bihese.

Êvara 27'ê Cotmehê li navçeya Serîk a Antalyayê li taxa Kadriyeyê çalakiya bombeyî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de xisareke mezin a madî rû da. Medya desthilatdariyê ku henekê xwe bi aqlê raya giştî ya Tirkiyeyê dike, ji bo vê teqîna mezin veşêre hewl da vê çalakiyê weke 'teqîna panoya elektrîkê' nîşan bide.

Dewleta Tirk a dagirker bi derewan hewl dide raya giştî bixapîne, çalakiyên me veşêre, lê belê hêz û baregehên dijmin ên bûne hedef wê ti carî bandora çalakiyên me û hêza me ji bÎr nekin. Em dîmen û wêneyên van çalakiyan bi raya giştî re parve ikin ku medya derewan û înkarê hewl dide veşêrin."