Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sîrwan Sine li Farqînê 2 wesayît şewitandin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sîrwan Sine ragihand ku li navçeya Farqînê wesayîtê du kesên cuda yên ku xizmeta polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk dikin û darên qadên gerîla birîn,

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sîrvan Sîne ragihand ku li navçeya Farqînê ya Amedê wesayîtê du kesên cuda yên ku xizmeta polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk dikin, dan ber agir û dîmenê wê parve kirin.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin, "Tevgera me ya Azadiyê beriya niha gelek caran li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî xwezaya Kurdistanê daxuyanî û hişyarî dabûn ku divê ji van pêkanînên faşîst re kes weke amûr neyê bikaranîn. Ligel van hişyariyan jî du kesên cuda li qadên gerîla birîna daran dewam kirin û xizmetê ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst re kirin. Yekîneya me ya Tolhildanê li hemberî vê 2 çalakiyên cuda yên şewitandina wesayîtan pêk anî. Di hefteya dawî ya meha Cotmehê û di hefteya yekemîn a Mijdarê de li navçeya Sîlvan a Amedê li dijî wesayîtên 2 kesên cuda çalakiyên şewitandinê hatin lidarxistin. Di encama çalakiyan de wesayîtên ku hatibûn hedefgirtin hatin rûxandin.”

‘EM HER KESÊ DIBE AMÛRÊ SIYASETA DIJMIN HIŞYAR DIKIN’

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, "Bi wesîleya vê çalakiyê em hişyariyê didin her kesê ku nebin perçeyek amûrê polîtîkayên qirkirinê ya dijmin û tevlî xebatên talankirina xwazayê Kurdistanê nebin. Divê neyê jibîrkirin bi qasî ku hûn bibin amûrê siyaseta dijmin, hûnê berdêla wê jî her dem bidin! Ciwan û jinên Kurdistanê wê bi çalakiyên xwe yên li ser esasê xweparastinê bersivê bidin van êrîşên dewleta Tirk a dagirker.”