Yekîneya Tolhildanê li Wanê çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim li Wanê bi fîşekên hewayî û bombeyên bi destan amadekirî çalakî kir.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên dawî agahî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi wesîleya salvegera şehadeta Şehîd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hin çalakî hatin kirin. Li taxa Îpekyolû ya Wanê bi fîşekên hewayî komkujiya Parîsê hate şermezarkirin û dirûşma 'Fermandar Sakîne dijî, jin şer dikin' hate qîrîn. Hêzên dijmin ketin taxê û gaz berdan derdorê, dor li tevahiya taxê girtin. Yekîneya me bi rengekî serketî ji cihê bûyerê çû.

Heman saetê li dijî hêzên dijmin ên xwestin bikevin taxa Firatê ya navçeya Rêya Armûşê bi bombeya ku bi destan hate amadekirin çalakî hate kirin. Di çalakiyê de hejmara dijmin ên birîndar bûn nehate zelalkirin. Yekîneya me bi rengekî serketî ji cihê bûyerê çû."