Yekîneya Tolhildanê: Em ê hesabê tecrîdê bipirsin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Farqîn ragihand ku wê hesabê tecrîda li Îmraliyê qat bi qat bipirse û têkildarî çalakiyên xwe yên dema dawî agahî parve kir.

Yekîneya Tohildanê ya Şehîd Rizgar Farqîn daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Li dijî yên ku li Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd kirine, li dijî piştevanên faşîzma AKP-MHP'ê em ê her roj qat bi qat hesab bipirsin. Heta ku tecrîd û polîtîkayên mêtingerî û dagirkeriyê yên tifaqa faşîst a AKP-MHP bidome, heta ku faşîzma AKP-MHP'ê hebe, bi navê yekîneyên ku ji bo tolhildanê sond xwarine em ê hesab ji desthilatdarî û hevkarên wê bipirsin."

Têkildarî çalakiyên ku di 7-8'ê Gulanê de hatine kirin ev agahî hatin parvekirin:

"Li Wanê 8'ê Gulanê li Yenî Mahalleyê li dijî polîsên Tirk ên dagirker yekîneyên me yên xweparastinê bi teqemeniyê û fîşekên hewayî çalakî kirin û polîs birîndar bûn.

Li Amedê 7'ê Gulanê li taxa Ben û Senê xebatkarekî marketeke hevparê ppolîsan û desthiladariya faşîst hate cezakirin, market hate şewitandin."