'Yekane çareya Tirkiyeyê vekişîna ji herêmê ye'

Berpirsyarê Kerkûkê yê YNK'ê Hûşyar Ebdurehman li ser gefên dewleta Tirk ên li Kerkûk û Efrînê axivî û got, "Çareyeke bi tenê ya Tirkiyeyê heye. Ew jî, vekişîna ji herêmê ye."

Berpirsyarê Kerkûkê yê YNK'ê Hûşyar Ebdurehman diyar kir, têkildarî dek û dolabên Tirkiye li ser Kerkûkê digerÎne û hewldanên êrîşa li dijî Efrînê ji ANF'ê re axivî. Ebdurehman got, ji bo Kurd li Rojava nebin xwedî statu û li Başûrê Kurdistanê referandûm neyê kirin dewleta Tirk amadekariyan dike û destnîşan kir, Tirkiye hêza herî zêde li Rojhilata Navîn winda kiriye. Ebdurehman got, "Çareyeke bi tenê ya Tirkiyeyê heye. Ew jî, vekişîna ji herêmê ye."

Ebdurehman anî ziman, berpirsyarê sereke yê têkçûna dewleta Tirk a li Rojhilata Navîn Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e û wiha dewam kir: "Berpirsyarê krîzên hundirî û derve yên Tirkiyeyê, polîtîkayên Tayyîp Erdogan in. Yekane berpirsyarê pirsgirêkên civakî, aborî û dîplomasiyê yên Tirkiyeyê, Erdogan e. Herî dawî ji bo guhertina sîstemê referandûm kirin û di wê referandûmê de civak kirin du parçe."

'PIRSGIRÊKA ERDOGAN A TIRKIYEYÊ HEYE'

Ebdurehman destnîşan kir, ku dewleta Tirk xwedî 'Pirsgirêka Erdogan' e û bang li Tirkiyeyê kir ji bo vê pirsgirêka xwe çareser bike. Ebdurehman got, "Dema mirov li pêş û paşiya şerê li Sûriyeyê, krîza li Qatarê, destekkirina terorê ya li qada navneteweyî û gelek pirsgirêkên din dinerin, yekser Tirkiye derdikeve holê. Pirsgirêka Erdogan a Tirkiyeyê heye. Weke mînak; wê van rojan li Elmanyayê civîna bilind a G-20'an bê lidarxistin. Lê welê lê hatiye, mîna ku ji Erdogan re dibêjin, 'were tevlî civînê bibe, lê piştre yekser biçe'. Eger Tirkiye dixwaze li qada navneteweyî giraniya xwe hebe, lazim e pirsgirêka xwe ya Erdogan çareser bike."

'YÊ KU KERKÛKÊ DIPARÊZE GELÊ KERKÛKÊ YE'

Têkildarî îdîayên medya Tirk ên li ser êrîşeke gengaz a DAIŞ'ê ya li dijî Kerkûkê Ebdurehman got, "Ev yek xewn û xeyala Tirkiyeyê ye." Ebdurehman diyar kir, Kerkûk yekser ji aliyê gelê Kerkûkê ve tê parastin û got, "Dewleta Tirk û Iraq bi destê partî û hêzên siyasî yên li Herêma Kurdistanê yên bi wan ve girêdayî, amadekariyan dikin ku atmosfereke xapandinê bafirînin. Pirsgirêkeke bi vî rengî ya Kerkûkê nîne. Kerkûk bajarekî navneteweyî ye. Hêzên navneteweyî jî li vir hene. Nûçeyên dibêjin, 'Wê DAIŞ were û Kerkûkê dagir bike' nûçeyên ji bo xapandina gel e. Gelê Kerkûkê ev sê sal in li ber xwe dide. Gelê Kerkûkê bi şerê xwe yê li dijî DAIŞ'ê û bi berxwedana xwe ya li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên 21'ê Cotmeha 2016'an re xewn û xeyalên wan ji holê rakir. Ji ber ku yê Kerkûkê diparêzer gelê Kerkûkê ye. Ne DAIŞ ne jî hêzeke din, nikarin Kerkûkê bi dest bixin."

'EGER TIRKIYE PLANA VEKIŞÎNÊ BIKE, WÊ JÊ RE ÇÊTIR BE'

Di dewama axaftina xwe de Ebdurehman da zanîn, ku tercîha herî baş a ji bo Tirkiyeyê vekişîna ji erdê dagir kiriye û wiha pê de çû: "Tirkiye ew hêz e ku di Bihara Ereban de winda kiriye. Xewn û xeyalên Tirkiyeyê yên Osmaniya nû li Rojhilata Navîn hebû. Ji wan hebû ku wê hemû rêyên bazirganî û petrolê yên Rojhilata Navîn bikevin destê Tirkiyeyê. Erdogan bi xewn û xeyalên Osmanî radiza û radibû. Lê belê ev xewn û xeyal li ser rûyê erdê bi erdê re bûn yek. Wê jê re baştir be ku plana vekişîna li cihê lê ne bike. Çi zû çi jî dereng wê ji Sûriye, Iraq û Herêma Kurdistanê vekişe. Ev hemû gavên li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Li derveyî vîna mirovên li herêmê hatine kirin."

SERKETINA LI EFRÎNÊ WÊ YA 'ENIYA BERXWEDANÊ' BE

Li ser gef û amadekariyên êrîşa li dijî Efrînê jî Ebdurehman got, "Cihê bingehîn ê ku Tirkiye lê têk çû Sûriye ye. Li Sûriyeyê jî herî zêde li Kobanê têk çû." Ebdurehman wiha dewam kir: "Şikestina li Kobanê dest pê kir, li Heleb, Minbic û gelek cihên din dewam kir. Tenê çareyeke Tirkiyeyê heye. Ew jî; vekişîna ji ser axa Sûriyeyê ye. Îro jî dixwaze êrîşî Efrînê bike. Ji wan heye ku Efrîn pariyekî biçûk e, lê tecrûbeyeke mezin a Efrînê heye. Bala tevahiya cîhanê niha li ser modela li wir derketiye holê ye. Xeyalên Osmanî yên Erdogan wê li Efrînê jî pûç bibin. Li wê derê jî wê serketin ya Eniya Demokrasî û Berxwedanê be."

'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIBE'

Di dawiya axaftina xwe de Ebdurehman anî ziman, ku li dijî van êrîş û gefan lazim e Kurd êdî yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û diyar kir, tiştekî li parçeyekî Kurdistanê biqewime êdî ji parçeyên din ne cihê ye. Ebdurehman got, "Kurd bi yekîtiya neteweyî ancax dikarin pirsgirêkên li pêşiya xwe çareser bikin. Çawa ku gelên Ewropayê bi pêkanîna yekîtiya neteweyî bi ser ketin, Kurd jî bi pêkanîna yekîtiya neteweyî dikarin bi ser bikevin."