Yê 3'ê Tebaxê ji bîr bike, wê hemû jiyanê ji bîr bike

"Pêwîste civaka Êzidî xayinên li nava xwe tespît bikin. PDK'ê xiyanet li civaka Êzidî kir. PDK tesmîliyeta AKP'ê û DAIŞ'ê dike. Yê ku jinên Kurd ên ciwan di berdêla pereyan de firot PDK ye. Ev yek berê jî kirin, niha jî dikin."

Endama Komîteya Perwerdeyê ya PAJK'ê Zeynep Cûdî ragihand, Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşî li hewldana komkujiyê ya ku DAIŞ'ê bi hevkariya PDK û AKP'ê xwest li Şengalê pêk bîne girt û got, "Êzidîtî exlaq e, wijdan e. Ji ber vê yekê divê sînoran nas nekin, axa xwe biparêzin û xwedî li gerîla derkevin."

Cûdî destnîşan kir, ku yê komkujiya Şengalê ji bîr bike wê mirovatiya xwe ji bîr bike û anî ziman, vê komkujiyê di dîroka mirovahiyê de birîneke kûr vekir û nakewe.

Cûdî diyar kir, di komkujiya Şengalê de, di şexsê civaka Êzidî de hat xwestin ku komkujî li tevahiya Kurdan bê kirin û destnîşan kir, ku tola vê komkujiyê wê teqez bê hilanîn.

Cûdî got, "Kevneşopiyeke xwe ya berxwedanê heye, ku niha jî tê dîtin. Bi rojan li hemberî DAIŞ'ê birçî man, zarokên xwe ji dest dan, ji cih û warên xwe bûn û xwe li çiyê girtin. Timî pişta xwe spartine çiyê û dîroka xwe parastine. Rastiya civaka Êzidî xwedî lêgerînên gelekî mezin e. Ji ber vê yekê hem di dîrokê de hem jî di roja îro de xwedî îdîayeke mezin a tolhildanê ne. Ev îdîaya wan, wan ji komkujiyan diparêze. Dijmin her tim bi nav û rêbazên cuda polîtîkaya tinekirinê dimeşîne. Ev komkujî di şexsê civaka Êzidî de li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Beriya her tiştî qirkirinek li dijî çanda Kurd e. Ev yek dewama parçekirina Kurdan e."

'DIVÊ CIVAKA ÊZIDÎ NOKERAN JI BÎR NEKE'

Cûdî da xuyakirin, ku PDK'ê Şengal firot DAIŞ'ê û AKP'ê, lazim e civaka Êzidî êdî vî rûyê rast ê PDK'ê bibîne û helwestê nîşan bide.

Cûdî wiha dewam kir:

"Pêwîste civaka Êzidî xayinên li nava xwe tespît bikin. PDK'ê xiyanet li civaka Êzidî kir. PDK tesmîliyeta AKP'ê û DAIŞ'ê dike. Yê ku jinên Kurd ên ciwan di berdêla pereyan de firot PDK ye. Ev yek berê jî kirin, niha jî dikin. Eger em bêjin DAIŞ jinên me yên ciwan difiroşe, ev yek wê kêm bimîne. PDK vê dike. PDK ku berê bi gotina 'namûsê' qiyamet radikir, li nava Şengalê quretî li gel dikir, dema şer derket fîşekek neteqand û reviya. Pêwîste gelê me li hemberî vê paşverûtiyê derkeve. Divê ti carî qebûl neke. Vana gelek lîstik li ser gelê me lîstin. Xwestin heman lîstikê îsal li Xanesorê jî bilîzin. Armanca hevpar a hemûyan tinekirina gelê Kurd e, qirkirina gelê Kurd e. Rêber Apo jî dibêje, hem ji aliyê fîzîkî, hem jî ji aliyê çandî ve qirkirin li gelê Kurd tê kirin, di nava çembera agir de ye. PDK pêşengiyê ji vê qirkirinê re dike. Ev rewş tiştekî nû nîne. Pêwîste têkoşîn li hemberî van bê dayin."

'YA KU ŞENGAL PARAST, XETA RÊBERTÎ BÛ'

Cûdî anî ziman, di berxwana Şengalê de lehengên mezin rû dan û got, "Mîna Şehîd Dijwar, Goran, Bawer, Avareş bi hezaran heval hem ji cem me hem jî ji Şengalê tevlî vê berxwedanê bûn. Ya ku Şengal parast, xeta Rêbertî bû. Di şexsê van hevalan de em hemû hevalên şehîd bibîr tînin û dibêjin ku em ê xwedî li mîrateya wan derkevin. Em ê xwedî li baweriya wan derkevin."

'CIVAKA ÊZIDÎ WÊ XWE BI XWEPARASTINÊ BIPARÊZE'

Cûdî got, "Gelê Şengalê nasnameya me ye. Eger me Şengal neparastibûya, wê dîrokê lenet li me baniya û hesabê vê bipirsiya" û wiha dewam kir: "Bi hesta herî mezin a tolhildanê, hevalên me ji bo parastina dayikan, jinan û gel çûn. Ji bo me pîvanê serketinê, lehengî ye. Ji bo civaka Êzidî jî pîvan xwedîderketina li van hevalan e. Êzidîtî exlaq e, wijdan e. Ji ber vê yekê divê sînoran nas neke, axa xwe biparêze û xwedî li hevalan derkeve."

Cûdî ragihand, civaka Êzidî xwedî xweparastinê ye, divê Êzidiyên çûne cem PDK'ê hew qebûl bike û got, "Rêxistin û artêşa civaka Êzidî heye. Bi rêxistinbûnê em dikarin hebûna xwe biparêzin. Ji zarokekî heta mirovekî extiyar divê ti kes bê rêxistin nemîne. Pêwîste xwedî li jiyana xwe ya pîroz, dîroka xwe û çanda xwe derkevin. Ev hemû bi zanebûnê dibe. Di encama zanebûnê de jî wê YBŞ û YJŞ mezin bibe, çanda Êzidî bijî û dîrok neyê jibîrkirin. Pêwîste civaka Êzidî mirovên ji bo pereyan çûye cem PDK'ê red bike. Jİ ber ku ya parastina Şengalê kir, xeta Rêbertî ye. Çi dibe bila bibe em ê dest ji Şengalê bernedin. Ev zelal e. Em ê heta dawiyê di her kêliyê de gelê xwe biparêzin."

Cûdî di dawiya axaftina xwe de jî bi taybetî bang li jinên ciwan ên Êzidî kir ku cihê xwe di nava xweparastinê de bigirin.