YBŞ/YJŞ: Li dijî êrîşan em ê gelê xwe heta dawiyê biparêzin
Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê da xuyakirin, ku ji bo parastina siberoja civaka Êzidî çi dikeve ser milê wan ew ê bikin û wê hemû tedbîrên pêwîst bigirin.
Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê da xuyakirin, ku ji bo parastina siberoja civaka Êzidî çi dikeve ser milê wan ew ê bikin û wê hemû tedbîrên pêwîst bigirin.
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş li ser malpera xwe weşandin û diyar kirin ku êrîşên dawiyê yên li ser Şengalê ne tesadûfe û wiha hate gotin: "Ev plana êrîşa dawiyê di encama berxwedana gel û qehremaniya şervanan de ne gihîştiye armanca xwe."
Daxuyanî wiha destpê dike: "Di vê pêvajoya ku em wekî gelê Êzîdî di tê de derbas dibin, bi gelê me êş û fermanên herî mezin didin kişandin de, em pêkanîna êrîşek bi vî rengî wekî tesaduf na nirxînin. Hîna êşa gelê me birîna wê baş nebûye, hîna gelek gundên me di destê çeteyên hov de ne, hîna bi hezaran dayîk û jinên Êzîdî dîl girtî plana êrîş kirinek bi vî rengî pêwîste hîn zêdetir were lêpirsîn kirin. Plana êrîşek berfireh, bi berxwedaniya gelê Êzîdî û şervanên qehreman ne gihîştin armanca xwe. Ji bo ev êrîş bigihije armanca xwe hemû dijminê Êzîdiyan hatin gel hev û ev ji bi tifaqa qirêj a Tirkiyê pêkhat. Li her çar aliyên Kurdistanê plana êrîş kirinek berfireh û hemwext di bingehê konseptek hevpar de xwestin bixin jiyanê."
'WÊ TÊKOŞÎNA MEZIN A GEL, WAN DI NAVA XIYANETÊ DE BIFETISÎNE'
Fermandariyê anın ziman ku di demeke wisade derketina pevçûnek wisa destkeftiyên gelê Êzîdî dixe metirsiyê û wiha berdewam dike: “Di pêvajoyek bi vî rengî de pevçûnek ku derkeve ji gelê Êzîdî re xizmet nake, berevajî wê berxwedanî û destkeftiyên ku hatine destxistin dikeve bin metirsiyekî mezin de. Bi tekoşîna mezin a gelê me û firsetên dîrokî yên mezin hatine bidestxistin. Wê şansê ENKS’ê û hevkarên wê nebe ku zirerê bidin van destkeftiyan. Dijminên gelê Kurd çiqasî bi hêz be û ew komên bi nave Kurdbûnê bi wan re nava tevgerek mezin de be jî ev hêzên di nava êrîşê de ne wê bi tekoşîna mezin a gelê me di nava xiyanetê de bifetisin."
'XANESOR BI BERDÊLÊN MEZIN HAT RIZGARKIRIN'
Fermandariyê anî ziman ku her hêzeke ne êrîşkar be û dagirker nebe zemînê wê yê xwe îfadekirinê wê li wir hebe û wiha berdewam kir: “Bajarokê Xanesorê bi berdêlên mezin û şahadeta rêhevalên me yên qehreman di sala 2014’an de ji destê çeteyên tecawuzkar ên DAIŞ’ê hate rizgar kirin. Her hêzek ku ne êrîşkar û dagirker be, li hemberî îradeya gel bi rêzdar be zemînê wê yê xwe îfade bike heye. Li ser vê bingehê bi pêşmergeyan re bi ti awayî nêzikatiyên me yên asteng kirin û şer kirinê ne bûne. Lê belê ne li ser bingehê demokrasî û xwe îfade kirinê, bi zorê îradeya gel tûne hesibandin û hewildanên dagirkirinê ne. Kesên nava êrîş û dagirkirinê de ne pêşmerge ne, çeteyên derveyî Şengalê hatine cihê xwe di vê êrîşê de girtine. Di dîroka gelê Êzîdî de ya ku di êrîşa Xanesorê de hat xwestin bê tine kirin cara yekem yê ku pêş xistiye jiyana wê ya girêdayî hêza xwesere. Xaka ku bi xwîna şehîdan hat rizgar kirin û ji bo pêşeroja gelê Êzîdî parastinê çi bikeve ser milê emê bikin. Ji bo pêwîstiya parastina gelê me û ji bo bersivdayina banga wan hemû tedbirên pêwîst bigirin.
'EV ÊRÎŞ PLANA DAGIRKIRIN Û FERMANEKE NÛ BÛ'
Sibeha 3’ê Adarê de rexmê hemû hewldanê me ên bi diyalogê çareserkirina vê pirsgirêkê çek ne hatiye rakirin, tenê ji bo hevrêyên me bi bedena xwe wesayîtên çekên giran û zirxî ji bo bidin sekinadin bi şêwazekî namerdane hîna di ti exlaqê şer de ne hatiye dîtin qetil kirin. Pêwîste baş were zanîn kesên di vê qetliamê de rol leyîstîne eleqeya wan bi pêşmergeyan re nîne. Tişta dibe behsa mijarê ew e ku hemû hêzên tarî yên di fermana 73’yan de rol girtine ji bo ku jenosîda Êzidî bi encam bikin hatine cem hev û dest bi êrîşan kirine. Ev êrîş wekî fermanekî nû û planek a dagirkirinê tê xwestin bixin pratîkê. Lewma ev êrîş ji nêz û dûr ve eleqeya xwe bi Pêşmergetî, Kurdîtî, Êzidiyatiyê ve nîne. Kesên ku ev êrîş rêxistin kirine û dixwazin bixin jiyanê, ji derveyî hêzên ku di fermanê de cihê xwe girtine tû kesên din nîne.”
'ÇEKÊN JI BO LI DIJÎ DAIŞ'Ê BÊN BIKARANÎN HATIBÛN DAYÎN, LI DIJÎ GELÊ ÊZIDÎ HATIN BIKARANÎN'
Fermandariyê balê dikişîne ser ew çekên komên çekdar li dijî gelê Êzîdî û şervanên wê bikaranîn û wiha berdewam kir: “Piştî fermana 73’an berxwedana gel a pêşketî bi armanca piştigirî dayîna vê berxwedanê di qada navnetewî de hewildanekî pêk hat. Li ser vê bingehê di aliyê leşkerî de gelekî piştgirî çêbûn. Taybet jî dewletên Ewrûpa çekên ji bo li dijî çeteyên DAIŞ’ê bên bi karanîn ku şandin tê dîtin ku li hemberî gelê Êzîdî hatiye bi karanîn. Çekên ku pêwîst dikir li hemberî çeteyên tecawuzkar ên DAIŞ’ê bi hatiban bi kar anîn, lê li hemberî gelê Êzidî hate bi karanîn. Ev jî di qada navnetewî de sûce. Em bang li Saziyên navnetewî dikin li hemberî vê sucê ku çekên rêkirin û ji bo bi kar anîna wê kontrol li ser were kirin."
'PIRSGIRÊKA ŞENGALÊ PIRSGIRÊKA GELÊ KURD E'
Fermandariya YBŞ-YJŞ’ê diyar kir ku pirsgirêka Şengalê hemû gelê Kurd eleqeder dike û wiha pêde çû: "Pirsgirêka Şengalê pirsgirêka Kurdistanê ye, lewma hemû gelê Kurd eleqeder dike. Wekî hemû pirsgirêkên li Kurdistanê tên jiyan kirin, pirsgirêkên li Şengalê jî tên jiyan kirin bawer dikin tenê bi rêya diyalogê were çareser kirin. Li ser vê bingehê hemû hêz bi hestyarî û hesas nêzî çareser kirina pirsgirêkê bibin û li gorî wê tev bigerin."
Fermandariyê bang li fermandariya pêşmergeyan û saziyên ser bi fermandariyê jî dike ku vê rewşa dawiyê lêpirsîn bikin û wiha dirêjî pê da: "Di serî de Fermandariya Pêşmergeyan û saziyên pêve girêdayî, êrîş û dagirkirina ku li Xanesorê hatiye jiyan kirin lêpirsîn were destpêkirin û hesab bê xwestin. Ji bo hemû pirsgirêkên hatiye jiyan kirin di serî de em, li ser bingehê diyalog û lihev hatinê dî nav hewldanan de bun. Li vir şunde jî, li ser bingehê berjewendiyê gelê xwe bi rêya diyalogê û zeminê çareserkirinê bigirin dest. Dijminê gelê me yê Êzîdî û pêşeroja azadiya gelê Êzîdî dike hedef emê dest nedin planên wan bigijin hedefên xwe. Lê pêwîste ev jî were zanîn dijî êrîşek bê jiyan kirin de em ê heya dawî gelê xwe biparêzin, ji bo wê çi pêwîst be em ê bikin. Em ê destûr nedin êrîş û dagirkeriyên ku îradeya gelê me yê Êzîdî tine dihesibîn e."
'YÊN DI DAGIRKERIYÊ DE ISRAR DIKIN, MEHKÛMÊ BINKETINÊ NE'
YBŞ-YJŞ’ê bi berdewamî bang li hemû hêzên pêwendîdar kir ku vegerin pozîsyona xwe ya berê 2’ê Adarê û wiha hate gotin: "Ji bo aloziyên ku hatine jiyan kirin bê daw kirin em bang li hemû hêza dikin ku vegerin pozisyona xwe ya 2’ê adarê û dest ji israra xwe ya îrade gelê Êzîdî tûne hesabindinê berdin. Pêwîste baş were zanîn ku ji derveyî yekbûyîn û bi hevre têkoşîn kirinê ya ji bo gelê me ti rêyên din nînin. Hemû nêzikatiyên ne xêrxwazê yekbûn û jiyana hevpar a gelê me, kesên şerê hindirîn û dagir kirinê de israr dike wê mehkumê binketinê be. Em wekî YBŞ/YJŞ’ê her wextî me yekîtî û tekoşîna hevpar an gel esas girtiye, li ser vê bingehê li hemberî hemû hêz rêzdarî û hesasiyet nêz bûne."
Daxuyaniya Fermanariyê wiha bi dawî dibe: "Li ser vê bingehê gelê me yê li welat û her çar aliyê cîhanê li hemberî êrîşên dagirkeran bi fedekariyek mezin ku li berxwe dan, daketin qadan û peyama piştgiriyê dan em tekoşîna wan a bi rûmet silav dikin. Ev leyîstokên qirêj yên dixwazin bileyîzin ancax bi tekoşîna bi rûmet û berxwedaniya gelê me dikare vala were derxistin. Li ser vê bingehê em bang li tevahî gelê Kurd dikin li hemberî çeteyên dagirker berxwedana xwe bilind û mezin bikin."