YBŞ/YJŞ: Em bang dikin ku piştgiriya berxwedana me bikin

YBŞ/YJŞ diyar kir ku li hemberî dewleta Tirk em ê heta dawiyê xwe biparêzin û got: “Heta ku Şengal û gelê Êzidî azad bibin, em banga têkoşînê dikin”.

Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 25’ê Nîsana 2017’an di saet 02.00’an de balefirên şer ên Tirkiyeyê operasyoneke hewayî li Şengalê kirine. Bomberdûman heta saet 04.00’an domiyaye. Di êrîşan de li 6 nuqteyên YBŞ’ê dane. Ji xeynî vêya li qadên sivîl jî dane. Bombe li ser depoya erzaqan a gelê Êzidî û radyoya Dengê Çirayê jî barandine. Di vê êrîşê de sivîlek jiyana xwe ji dest daye û 2 şervanên YBŞ’ê jî bi sivikî birîndar bûne.

Dewleta Tirk bi vê operasyonê xwestiye Mûsûl, Kerkûk, Şengal û Til Eferê bistîne û li vê derê zemîna serweriya xwe çêbike. Bi van êrîşan dixwazin gel û şervanên Şengalê ji xwe bikin hedef û Şengalê vala bikin û piştre jî dixwazin planên mêtingeriyê li Başûrê Kurdistanê pêk bînin. Em vê êrîşê wekî êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê dinirxînin.”

‘DIVÊ EM XETA BERXWEDANA NETEWEYÎ GEŞTIR BIKIN’

Çapemeniya Tirk dibêje ku ‘Me li kampên PKK’ê dane’ lê ev nûçe derew in. Li Şengalê gelê Êzidî û YBŞ/YJŞ kirine hedef. Tekane rêya rizgariya ji van êrîşan ev e ku gelê me divê yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne û xeta berxwedana neteweyî divê geştir bike.

Di vê operasyonê de li nuqteyên PDK’ê jî dane û hin pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo dewleta Tirk ferq nake, ji ber ku tekane hedefa wan Kurd in. Divê hemû Kurd li hemberî van polîtîkayên wan hişyar bin û bibin yek.

‘EM Ê HETA DAWIYÊ XWE BIPARÊZIN

Divê were zanîn ku gelê me parastina xwe kiriye û dikare bersivê bide hemû êrîşan. Em diyar dikin ku bi êrîşên li ser me wê ti carî negihêjin armancê. Em banga piştgiriya têkoşîna YBŞ/YJŞ’ê dikin û heta ku Şengal û gelê me yê Êzidî azad bibin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”