YBŞ: PDK li pêşiya tevlîbûna şervanên enternasyonal dibe asteng

Fermandariya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser nûçeyên şaş û derewîn ên çapemeniya PDK'ê yên li ser şervanên enternasyonal ên YBŞ'ê û got, "Tabûrek me ya ji şervanên enternasyonal heye, ku li dijî DAIŞ'ê têdikoşe."

Fermandariya YBŞ’ê girêdayî şervanên Enteryasyonal yê bi navê Tomî daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku agahiyên derbarê şervanên Enteryasyonal derketine ji rastiyê dûr in.

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê wiha ye: 

"Hinek saziyên çapemeniyê rastiyên li ser şervanên Enteryasyonal heyî berevajî dikin. Ji bo wê em dibêjin ev agahî ji rastiyê dûrin yên ku tevlî YBŞ’ê dibin, bi taybetî jî şervan û ciwanên Enteryasyonal bi daxwaza xwe tên û kengê ji bixwazin aliyê me de ji bo çûna welatê xwe  astengî çênabin. 

Şervanê Enteryasyonal yê bi navê Tomî beriya mehekê bi daxwaza xwe hatiye û tevlî nava refên YBŞ’ê bûye, li gorî xwesteka xwe kengê bixwaze wê biçe welatê xwe. Her wiha niha jî tabûrek xweser a şervanên Enteryasyonal di nava YBŞ’ê de hene. Ev şervanên Enteryasyonal êş û fermana ser gelê me yê Êzidî pêk hatine hîs kirine. Bi awayekî fedakar hatine li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîn dikin. Em hatina şervanên Enteryasyonal girîng û watedar dibînin, tevlîbûna van şervanan ji bo YBŞ’ê moral û coşeke. Tevlîbûna van şervanan erkê xwe yê mirovahî pêk tînin, ji bo parastina gelê Êzidî û axa Êzidxanê. Em malbatên van şervanan ji dil û can silav dikin û spasiyê xwe pêşkêş dikin. 

Yên ku astengî ji bo şervanên Enteryasyonal çêdikin PDK’e bi xwe ne. Dema dixwazin biçin welatê xwe ji aliyê PDK’ê ve tên asteng kirin û tên girtin. Beriya 2 mehan 8 şervanên Enteryasyonal dema dixwestin biçin welatê xwe ji aliyê Îstixbarata PDK’ê (Parastin) li bajarê Dohukê hatine girtin. Nahêlin şervanên Enteryasyonal werin tevlî Yekîneya Berxwedana Şengalê bibin. Dîsa rojnamevanên Biyanî dixwazin werin Şengalê rastî û berxwedana vir dixwazin kar bidin meşandin, lê ji aliyê PDK’ê ve carek din astengî çêdikin û destûr nadin çapemenî bi awayekî azad karê xwe bide meşandin." 

Fermandariyê diyar kir, hin saziyên PDK'ê yên çapemeniyê bi zimanê MÎT a Tirk nûçeyan amade dike û destnîşan kir, ku ev nûçe nakevin xizmeta gelê Kurd û civaka Êzidî. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em carek din van kenalan vedixwinin ku rastiya bûyeran û heqiqeta heyî binin ziman û rastiyan berevajî nekin."