YBŞ/YJŞ’ê Fermandar Zerdeş û hevalên wî bibîr anî

Li Şengalê bi tevlîbûna gel û şervanên YBŞ/YJŞ’ê Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî tevî hevrêyên xwe Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî di salvegera şehîdbûna xwe ya yekem de li goristanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Di 15’ê Çileya 2020’an de li gundê Dugirê ya Şengalê, di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî tevî hevrêyên xwe Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî şehîd bûbûn. Her wiha Berxwedan Tolhildan (Ednan Silêman) di 23 Çileya 2015’an de şehîd bibû. Ji bo şehîdan merasîmek taybet ji aliyê fermandariya YBŞ’ê, YJŞ, Asayîşa Êzidxanê û xelkê Êzidî ve hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya şervanên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê destpê kir.

‘ŞEHÎD ZERDEŞT DI RIZGARKIRINA ŞENGAL Û TINEKIRINA DAÎŞ’Ê DE ROLEK MEZIN LÎST’

Piştre Fermandarê YBŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî û got: “Ji bo me mehek giran e, ji ber ku me di vê mehê de pêşengên xwe ji dest dan. Di demekî herî zehmet ku civaka me ya Êzidî di encama xiyaneta PDK’ê de êrîş li ser hatin kirin;  fermandarên me yên şehîd bûyîn xwe kiribûn mertal. Fermandarê me şehîd Zerdeşt rolek girîng di rizgarkirina axa Şengal û tinekirina çeteyên DAÎŞ’ê de lîst. Bi vê yekê re nema, berê xwe dabû Reqa û li wir jî ji bo rizgarkirina dayik û xwişkên me têkoşiya. Di encama berxwedana şehîd Zerdeşt û hevrêyên wî de bi dehan keç û dayikên me yên Êzidî ji destê çeteyan hatin rizgarkirin.”

‘EM Ê XEYALÊN WAN BI CIH BÎNIN’

Tîrêj Şengalî di dewamê de got ku bi berxwedan û têkoşîna şehîdan destkeftiyên gelek mezin hatin bidestxistin û wiha pêde çû: “Daxwaza şehîdan ji me heye, em soz didin emê xeyal û xwastekên wan bicih bînin. Di dema dawî de gelek komployên siyasî li ser destkeftiyên me hene, dixwazin ji holê rakin. Emê van pîlanên qirêj qebul nekin.”

Piştî axaftinan şervan û xelkê Êzidî gorên şehîdan ziyaret kirin. Li ser goristana şehîd Dilgeş û Berxwedan axaftin hatin kirin.

Li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk Heso Îbrahîm, li ser navê TAJÊ Meyna Nasir û li ser navê Desteya Eşayî a Şengalê jî Seyîd Melhim axivîn. Di axaftinan de behsa rola şehîdan a ji bo xweseriya Şengalê hate kirin. Bang li civaka Êzidî hate kirin da ku li keda şehîdan xwedî derkevin û daxwaza şehîdan ya xweseriya Şengalê pêkbînin.

Herî dawî jî li ser jiyan û têkoşîna şehîdan sînevîzyonek hate nîşandan û merasîm bi dawî bû.