YBŞ û YJŞ’ê 1’ê Gulanê pîroz kirin

Fermandariyên Yekîneyên Berxwedanê yêm Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) 1’ê Gulanê Roja Hevgirtin, Yekîtî û Têkoşîna Karkeran pîroz kir û got ku ‘Divê em her derê bikin qada berxwedanê’.

Fermandariyên Yekîneyên Berxwedanê yêm Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî 1’ê Gulanê Roja Hevgirtin, Yekîtî û Têkoşîna Karkeran pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em di serî de şehîdên xwe yên ku canê xwe ji bo civaka me feda kirine, di şexsê şehîd Canfeda Zilan, Serhildan Çekdar, Dilgeş Xerzan, Yilmaz Gever û Pîrdogan Egîd de tevahî şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr tînîn. Roja karker û kedkarên cîhanê di serî de li Rêber Apo li hemû kedkarên cîhanê pîroz be. Ji dîrokê heyanî roja me ya îro yên ku li hember faşîzma kapîtalist li berx wedane û yên ku li ber xwe didin, em têkoşîna wan bi hurmetên xwe yên herî mezin silav dikin.

Di vê rojê de yekbûyîna me erkek dîrokî ye. Pêwîst e gelê me jin, ciwan her kesek bi germî û keyfxweşiyeke mezin vê rojê pêşwazî bike. Ji bo neteweya demokratîk, jiyanek azad û wekhev di van rojên dîrokî de pêdiviya me bi yekbûnê heye. Divê her qada ku em tê de ne, em bikin qada berxwedanê.

Em YBŞ-YJŞ û civaka Êzidî di van rojên dîrokî û pîroz de ji bona azadiyê, em ê yekbûyîn, têkoşîn û berxwedaniya xwe mezin bikin û pêş bixin.”