YBŞ: Fermana 73. bi awayekî fîzîkî û vînê qirkirin û tinekirina gelê Êzidî bû

Fermandariya YBŞ'ê bi boneya 3'emîn salvegera Qirkirina Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Peyama fermana 73. ku nedişibiya fermanên din, zelal bû; bi awayekî fîzîkî û vînê qirkirin û tinekirina gelê Êzidî bû.”

Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku ji dîroka 3 Tebaxa 2014’an fermana 73’emîn a li ser gelê me yê Êzidî heta niha 3 sal derbas bû. Gelê me yê Êzidî yên li Şengalê bi qirkirinek din re rû bi rû ma. Di daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê de ev tişt hate gotin: “Peyama fermana 73. ku nedişibiya fermanên din, zelal bû; bi awayekî fîzîkî û vînê qirkirin û tinekirina gelê Êzidî bû.”

Fermandariya YBŞ’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

‘EV FERMAN DA NÎŞANDAN BÊY KU PARASTINA REWA WÊ GELÊ ÊZIDÎ NEYÊ PARASTIN'

“Gelê me yê Êzidî yê ku xwedî kevneşopiya çandî û bawerî yê bi hezaran sal e, ji dîrokê xwe ya kevnar heta niha gelek ferman dîtiye. Ev ferman û hişmendiya fermanan di roja me ya îro de jî hê derbasdar e. Ev fermana ku di 3 Tebaxa 2014’an de çebû ispat kiriye ku bêyî ku parastina rewa ya gelê Êzidî wê nikaribe xwe ji fermanan xilas bike. Ev hêzên xêrnexwaz û kontra yên ku mekanîzmaya kontrolê di destê xwe de digrin, bi dehan salan nexwastine ku gelê Êzidî xwediyê rêveberiyeke xweser be. Ji ber deskeftiyên Êzidî tune bikin çi ji destê wan hatiye heta niha kirine û gelê Êzidî bi vê awayî xapandine. Bi vî awayî xwestine ku gelê me yê Êzidî bila dîroka xwe ya kevnar ji bîr bikin. Divê em vêna baş bizanibin ku ev fermana 73’emîn ji nişkeve çênebûye û yê ku di vê baweriyê de ne xwe dixapînin. Beriya fermana 73’emîn hêzên ku digotin em Şengalê diparêzin weke hêzên Iraqî ûPDK’ê gav bi gav bingeha fermanê ava kirin. Ev her du hêz bi temamî çavê xwe ji tunebûna gelê me yê Êzidî re girtin. Rexmê van tiştan fermana dawî gelek rastî eşkere kir.

‘GELÊ ME WÊ ÎXANETKARAN JI BÎR NEKE Û WÊ CAREKÎ DIN DI BIN SIYA WAN DE JIYANÊ QEBÛL NEKE’

Fermana ku di roja 3 Tebaxa 2014’an li Şengal û derdora gundên wî çêbû,weke rojeke trajediya mirovahiya şermê ket rûpelên dîrokê. Hêzên îxanetkar û hevkarên wê yên ku îdîaya parastina Şengalê dikirin, bi êrîşkirina çeteyên DAIŞ’ê yên hovane, bêyî ku li pişt xwe binêrin ji Şengalê reviyan. Bi hezaran jin, zarok û pîr dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Bi sedan jinên Êzidî bi bazaran ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin firotin. Rûmeta gelê me yê Êzidî hate binpêkirin û hate biçûkxistin. Bi sedan gelê me yê ku dixwestin xwe bigihêjînin Çiyayê Şengalê, di rêya Şengalê de ji tîna û birçîbûyînê canê xwe dan. Yên ku niha li ser Şengalê dixwazin xwe bi cih bikin di roja fermanê de gelê me tenê hiştin û bazdan. Ev kesên ku bi dijmin re hevkarî dikir û xiyanet li gelê me kir, hêzen PDK’ê û hevkarên wê bûn. Gelê me yê Êzidî wê vê îxanetê ti carî ji bîr neke û gelê me wê careke din di bin siya van îxanetkaran de jiyanê qebûl neke û heta dawiyê wê gelê me li hemberî van îxanet û îxanetkaran li ber xwe bide.

‘YBŞ HÊZA PARASTINA ŞENGALÊ YE’

Gelê me yê Êzidî ji dîrokê xwe ya kevnar heta niha her tim ji aliyên hêzên îxanetkar-hevkar ve hatiye birêvebirin. Êdî bi vê fermana herî dawî re gelê me yê Êzidî bûye xwediyê parastina xwe ya cewherî. Navê vê xwe parastina cewherî (Yekîneyên Berxwedana Şengal) YBŞ ye. Gelê Êzidî êdi bi hêza xwe û vîna diparêze. Ev hişmendiyên barbar û hovane yên ku bi îtîfaqên qirêj re dixwazin careke din gelê me yê Êzidî ji qirkirineke din de derbas bikin wê li hemberî vê berxwedaniyê bifetisin. YBŞ ne tenê hêza parastina Şengalê ye, di heman demê de temînata azadiya vê heremê ye û ji ber vê yekê jî ji bo vê armancê çi pêwist be YBŞ di wext û demê de pêk bîne. Gelê me fermaneke şerm a mirovahiyê jiyan kir û em weke YBŞ ji bo ku fermaneke din neyê li ser gelê me yê Êzidi, li hember hemû hişmendiyên paşverûtî û dijminatiyê heta xwîna xwe ya dawî em ê di xeta fedaîbûyînê de şer bikin. Ligel van ji bona ku careke din ferman li ser gelê me yê Êzidî çênebe, ji bo îtîfaqa gelê me em wek YBŞ çi bikeve li ser milên me em ê pêk bînin.

Bi vê boneyê, em hemû şehîdên xwe yê qehreman û fedakar yên ku di fermana 73’emîn de şehîd ketine bibîr tînin. Em bi girêdanbûyîna bîranînên rêhevalên xwe ve soza avakirina jiyaneke demokratîk û azad didin. Weke parastina cewherî ya gelê me yê Êzidî em careke din fermana 73’emîn bi tundî şermezar dikin.”