YBŞ’ê şehîdên fermanê bibîr anî

Şervanên YBŞ’ê yên ji pêkya Ereb in, li Deriyê Şilo a Şengalê bi merasîmekê şehîdên fermanê bi bîranîn. Fermandarê YBŞ’ê Xelîl Ereb got ku êdî şervanên Ereb û Êzidî di heman çeperan de dijî DAÎŞ’ê şer dikin.

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî bi merasîmek leşkerî, şehîdên fermanê bibîr anîn.

Di merasîma leşkerî de yek ji fermandarên YBŞ’ê Xelîl Ereb axivî, Xelîl Ereb destpêkê komkujiya li ser Êzidiyan bi tûndî şerzarkir û behsa êrişên hovane yên DAÎŞ’ê kir. Xelîl got; “Di van êrîşan de gelek windahî û komkujî çêbûn. Piraniya kesên ku hatin revandin, kuştin û ji qatlîaman re derbas bûn keç û jinên Êzidî bûn û ji vê wehşetê para xwe girtin. Ji bo vê jî ev roj ji bo me rojekê xemginiyê ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Xelîl Ereb şervanên di oxira Şengalê de şehîd ketine bibîr anî û wiha berdewam kir: “Heger ku em aniha divê xakê de bi parastî kom dibin, bi saya hevreyên ku li ser wê xakê xwîna xwe dayîn e.

Îro piştî ku di herêmê de Yekîneyên Berxwedana Şingalê avabû, di bin sîwana yekitiya gelan de hemû pêkhateyên herêmê bûne yek û dikarin bi hev re DAÎŞ’ê têk bibin. Me karî ku tiştek ku DAIŞ’ ê tune kiriye em îro bi berxwedaniya xwe bi dest dixin. Ji ber ku pêkhateyên Ereb û Êzidî di roja me ya îro de di eynî çeperan de şer dikin.”

Fermandar Xelîl Ereb di dawiya axaftina xwe de jî got; “Di roja reş a fermanê de PDK’ê me tenê hêlan. PDK’ê, bi hevkariya DAÎŞ’ê re wekî di tepsiya zer de keç û xortên Êzidxanê teslîmê DAÎŞ’ê kir. Ji bo vê jî em ti caran rê nadin ku hêzên mîna PDK’ê berê xwe bidin Şengalê. Her wiha em spasiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK ) dikin. Em wekî şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê li hemberê DAÎŞ û kesên mîna DAÎŞ’ê bi hêzin.”

Merasîma leşkerî bi dirûşmeyan bi dawî bû.