YBŞ'ê fermandar Zerdeşt û hevrêyên wî bi bîr anî

YBŞ'ê şehîd Zerdeşt û hevrêyên wî bi bîr anî û got, "Di vê demê de ku hin hêzên serdest li ser çarenûsa Şengalê nîqaşan dike, em YBŞ, gel û dostên xwe; em ê li dijî her cûre lawazî, teslîmiyet, xiyanet û hevkariyê sekneke bilind û bi rûmet nîşan bidin."

Di 15'ê Çileya 2020'î de li gundê Dugirê yê Şengalê, di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ji fermandarên YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî tevî hevrêyên xwe Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî şehîd bûbûn.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi wesîleya salvegera yekemîn a şehadeta hevrêyên xwe de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hevrêyên wan Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst û dagirker de şehîd bûn û hate gotin, "Em di şexsê van hevrêyên xwe de tevahiya şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Li ber bîranîna wan em bejna xwe ditewînin."

Di daxuyaniyê de işaret bi ferman û komkujiyên heta niha li civaka Êzidî hatine kirin û hate destnîşankirin ku tevî van fermanan jî civaka Êzidî di asta herî bilind de bi rûmetî li ber xwe da, çand û nasnameya xwe ya xweser parastiye.

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir ku di sala 2014'an de dewleta Tirk û DAÎŞ'ê hewl dan dîrok, çand, nasname û civaka Êzidî tune bikin û wiha dewam kir: "Şehîd Zerdeşt, Pîr Hemîd û Êzdîn, hê di rojên destpêkê yên fermandarê de li dijî êrişên faşîst û qirker ên dewleta Tirk û DAÎŞ'ê, bi wêrekî û fedakariyeke mezin ji bo parastina gelê xwe, di çeperên herî pêş de cih girtin û şer kirin."

Di daxuyaniyê de rola van pêşegan a di avakirina YBŞ'ê de hate bibîrxistin û hate gotin, "Hevrêyê me şehîd Cîlo jî bi heman şêwazî hîn di temenê xwe yê ciwan de ji bo azadiya Şengalê bi her awayî fedakarî kir û di vê oxirê de tevlî karwanê şehîdan bû. Bû dilsozê hevaltiya Şehîd Mam Zekî, Egîd Civyan û Mam Beşîran."

Fermandariya YBŞ'ê destnîşan kir ku xelkê Şengalê îro bi saya van şehîdan bi serbilindî û bi rûmet dijî û diyar kir ku her şervan û fermandarên wan îro li ser rêya van egîdan dimeşin.

Fermandariyê ragihand ku ji têkoşîna dijî dagirkeriya DAÎŞ'ê heta rizgarkirina xaka Şengalê û azadkirina dîlgirtiyên civaka xwe, heta jinûve avakirina bajar, gund, mal, qube û îbadetxaneyan, van şehîdan di asta herî bilind de bi erk û berpirsyariya xwe tevgeriyan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi kurtasî di her bihosteke xaka Şengalê de kedeke mezin a van hevrêyên me heye. Bi saya ked û têkoşîna van hevrêyên xwe em li Şengalê nefesê digirin."

Di dawiya daxuyaniyê de şehîdên Êzidxanê hatin bîranîn û soza parastina destketiyên bi keda wan hatin afirandin, hate dayin.

Fermandariya YBŞ'ê destnîşan kir ku bi dilsoziya bi bîranîna Zerdeştan, wê têkoşînê mezin bikin û û hesabê êrişên hovane yên li dijî gelê wan hatiye kirin, bipirsin.

Fermandariyê diyar kir ku wê têkoşîneke bêhempa bimeşînin û wiha dewam kir, "Bi taybetî di vê demê de ku hin hêzên serdest li ser çarenûsa Şengalê nîqaşan dike, em YBŞ, gel û dostên xwe; em ê li dijî her cûre lawazî, teslîmiyet, xiyanet û hevkariyê sekneke bilind û bi rûmet nîşan bidin."