YBŞ’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Şengal Qiranî duh şev şehîd bûye.

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê şehadeta şervanê xwe yê bi navê Qehtan Şivan Mirad ên bi nasnav Şengal Qiranî ragihand. Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Rêhevalê me Şengal beriya demekî dema ser erkê xwe bû, di encama qezayekê de birîndar bibû. Piştî birîndarbûnê mudaxele hate kirin. Lê piştî sê hefte duh şev rewşa wî giran bû. Lê tevî hemû mudaxeleyan rêheval Şengal Qiranî şehîd bû.

Heval Şengal di sala 2019’an de ji bo rakirina tola gelê xwe tevlî nav refan bûbû. Rêheval Şengal ji roja tevlîbûyî heya roja şehadetê çi erk û rol girtibe ser milê xwe, bi awayekî serkeftî pêk aniye. Ew him di kar de him jî di jiyanê de her tim bi moral û coş bû. Di nav hevalên xwe de ji ber fedakarbûyîna xwe pir dihate hezkirin. Di demek kurt de heval Şengal gihişt asta fermandariyê û xwe ji bo rol û mîsyona dema nû re bi her awayî amade kir.

Gelê me yê dixwastin ku bi dehan ferman û komkujiyan ve tune bikin, her carî li hemberî van ferman û komkujiyan jî di asta herî jor de bi rûmetî li ber xwe daye; çand û nasnameya me ya xweser ruxmê her tiştî kariye biparêze. Herî dawî di sala 2014’an de dewleta Tirk a faşist û DAIŞ’ê careke din xwestin wan armancên xwe yên dîrokî pêk bînin. Hewil dan ku bi fermana 73’an ve dîrok, çand, nasname û gelê me tune bikin. Rêheval Şengal bi vê bîr û baweriya naskirina dîroka xwe ve ji bo tolgirtinê tevlî bû û têkoşîna xwe her ku çû mezintir kir. Şehadeta wî ya bi qezeyekî ne di wext û cih de, xemgîniyek mezin da me. Dîroka şehadeta wî beriya roja fermanê ji bo me watedar e. Ev dihêle ku em di rêya rêhevalê xwe de ala ku hildayî bigrin û xwe wisa bigîhînin serkeftinê. Emê xewn û xeyalên heval Şengal bi bilindkirina têkoşîna xwe û bi tol girtina li hemberî dijminê xwe pêk bînin.

Li ser vê esasê, di serî de ji malbata wî, gelê Êzidxanê û Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Em dibêjin ku rêya şoreşê wê bi heval Şengal re ronî û geş bibe. Em bejna xwe li pêşberî bîranînên wî de bi hemû hûrmetdariyên xwe ditewînîn û cardin soza girêdanbûyîna gel û şehîdên xwe didin.

Nasnameya şehîdê me wisa ye;

Nasnav: Şengal Qiranî

Nav û paşnav: Qehtan Şivan Mirad

Navê dê û bav: Feyrûz Şero – Şivan Mirad

Cih û dîroka şehadetê: 01.08.2021 – Şingal