YBŞ'ê Gelhat Kobanê bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, şervanê xwe Gelhat Kobanê, ku di 8'ê Hezîrana 2017'an de ji ber qezayekê şehîd bû bibîr anî û destnîşan kir, ku ew ê bi afirandina jiyaneke azad û demokratîk ji bo Êzidiyan û hemû bindestan, bibin bersiv ji bîranîna wî re.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku şervanê wan Beşar Oso bi nasnav Gelhat Kobanê yê ji Kobanê, ji ber qezayekê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Nirxên şoreşgerî yên ku bi şehîdan, bi bedel û keda mezin tên avakirin, qehremanên bi berxwedana Şengalê ya 3 salan derketine holê, me bi xurtî bi têkoşîna azadiyê ve girê dide. Di şerê me yê jiyana azad de , roja me û pêşeroja me wek meşalayekî bê dawî ronî dikin. Bi jiyan, têkoşîn û mîrasên berxwedanê hevrê Gelhat jî bû yek ji van nirxên mezin ên vê destana dîrokî. Bi jiyana xwe ya diyarî berxwedana Şengalê kir, ji bo pêşerojên azad, têkoşîn û berxwedanê bang li me kir û ew jî bû yek ji sembola xeta berxwedana fedayî ya ku bi Berxwedanan, Bêrîvanan û Şengalan hat hevrêsîn.

Hevrê Gelhat, ku bavê wî jî di nav de ji malbata wî gelek kes di nava refên Şoreşa Rojava de cih digirin û xwika wî jî di nava tekoşîna azadiyê de şehîd ketiye; di dîroka lehengiyê ya Kurdistanê de bûye mînakî rûmet û qehremanekî pêşeng a malabetên welatparêz yê bi nirx.,

Di demeke ku bi îtifaqên qirêj û xiyanetê ve hat xwestin ku Şengalê teslimî çeteyên DAIŞ’ê yên hov û tecawizkar bikin de, bi zanistiyek dîrokî ya mezin û bi hêstên berpirsiyariya însanî-wijdanî guhdayîna feryada civaka Êzidî, di nav berxwedana Şengalê de cihê xwe girt. Hevrê Gelhat ê ku di her demê de bi vê zanistiya dîrokî jiya, bi hestekî mezin a bi kîn û hêrs, li ser esasê tolrakiririna ji xiyaneta ku li ser civaka Êzidî hatine hat kirin, heya dema xwe ya dawiyê xwedî tekoşînekî mezin bû. Di berxwedanaa Şengalê ya 2015’an tevlî bû, di hemû pêngavan de bi hêwer û fedakarî di çeperên herî pêş de cihê xwe girt û bi sekna xwe ya xwînsar û têgihiştî di nav hevrêyên xwe de bû îfadeya bawerî û dilsoziyê. Hevrê Gelhat, di tevahiya jiyana xwe û têkoşîna xwe de bi sadebûn, dilnizmî û kedkariya xwe xwedî sekineke mînak bû. Wekî wî, bi xwişka xwe an jî hevrê xwe Pervîn Arîn re li cih û demê cuda ji bo heman armanc û baweriyê hatin gel hev û bû mîlîtanêk dilsoziyê û soza xwe.

Em di şexsê hevrê Gelhat Kobanê de hemû qehremanên nemir ên berxwedana Şengalê bi bîr tînin, ji bo malbata wî û tevahî gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Di serî de civaka Êzidî ji bo hemû gelên bindest bi diyarîkirina jiyanek azad û demokratîk em ê bibin bersiv ji hêvî û xyalên şehîdan re. Nirxên tekoşînê yê ku ji me re wek mîras hiştine, wek alê xulikariya pêşerojên azad û tekoşînê em ê heya serketinê hilgirin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Gelhat Kobanê

Nav paşnav: Beşar Oso

Dem û cihê jidayikbûnê: 1998 / Kobanê

Dem û cihê tevlîbûnê: 2015 / Kobanê

Dem û cihê şehadetê: 08.06.2017/Şengal