Yakûp Elmas ê 73 salî hate girtin

Yakûp Elmas ê 73 salî ku li gundê Oleka Jor a Bedlîsê di serdegirtinên malan de hate destgîrkirin, bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" hate girtin.

Li gundê Oleka Jor a ser bi navenda Bedlîsê ve doh serê sibehê di serdegirtinên malan de Yakûp Elmas (73) û Huseyîn Elmas (82) hatin destgîrkirin.

Herdu kesên hatin destgîrkirin piştî ku li Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Bedlîsê îfadeya wan hate girtin sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Piştre jî bi daxwaza girtinê radestî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobedar hatin kirin.

Dadgehê bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" biryara girtina Yakûp Elmas ê 73 salî da.