Yagiz: Heta serketinê berxwedan!

Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz di roja 39'emîn a greva birçîbûna ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) CPT û Konseya Ewropa re name nivîsî. 

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengtiya Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 21’ê Mijdarê destpê kirî, di roja 39’an de berdewam dike.

Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz di roja 39'emîn a greva birçîbûnê de, ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) CPT û Konseya Ewropa bi kevin nava tevgerê ji wan re name nivîsî.

Yagiz nameya ku ji CPT, DMME û Konseya Ewropa re nivîsî ji KCD-E’yê re şand ku nameyê bigihîne CPT, DMME û Konseya Ewropa yê.

Nameya Yagiz wiha ye; "

"Ez Nasir Yagiz, sala 1992'an li Bakurê Kurdistanê li bajarê Êlihê ji dayik bûme. Hîn di zarokatiya xwe de ji ber asîmilasyona li ser nasname, ziman û çanda gelê Kurd, min gelek êşên mezin kişandin. Di salên ciwantiya xwe de, ji ber nasnameya xwe ya Kurd, ji hêla dewleta Tirk ya dagirker ve rastî êrîşan hatim.

Dema ku min têkoşîna xwe ya siyaeta demokratîk dimeşand, ji ber xebatên di nava partiya siyasî de ketim girtîgehê. Piştî serbest hatim berdan, cezayê min yê girtîgehê hate erêkirin. Piştî vê yekê min panaberî û sirgun nas kir. Ev 9 meh in li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê wekî penaberekî siyasî dijîm.

Peymanên mafên mirovan ên navneteweyî destnîşan dikin ku mirov bi mafên xwe yên xwezayî tên dinê, lê wekî bi milyonan Kurdî, ji hêla dewleta dagirker a Tirkiyeyê ve ji van mafan bêpar hatine hiştin. Her Kurd, wekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 20 sal in di nav tecrîda li Îmralî de tê ragirtin, ji van mafên mirovan ên xwezayî bêpar hatine hiştin.

Birêz Ocalan ji sala 2011'î ve bi parêzerên xwe re, ji sala 2016'an ve jî bi malbata xwe re nikare hevdîtinan bike. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd rêbazên derhiqûqî û dagirkerî tên bikaranîn. Tecrîdeke bê mînak û dijmirohî li ser Birêz Ocalan tê meşandin.

Ji ber ku li dijî vê tecrîda li dijî mirovahiyê hûn erka xwe bi cih nayînin, di vê rewşê de berpirsiyartiya we jî heye. Ji ber bêdengmayîna we ya li hemberî gelekî yê hemû mafên xwe yên xwezayî bêpar hatin hiştin, aktîtîvîstên mafên mirovan hatin krîmînalîze kirin. Di bin vê tecrîda giran de, tenê hiştina Birêz Ocalan, ez mecbûrî însîyatîfeke wisa ku mafên xwe yê jiyanê bixim xeteriyê, mame. Ev 39 roj in ez di greva birçîbûnê de me. Heta ku tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan ranebe û bi rêya we agahiyek jê neyê standin, ez ê bi îradeya xwe ya azad çalakiya xwe ya vegerînim rojiya mirinê.

Birêz Ocalan li Rojhilata Navîn, sedema şer û aştiyê ye. Agahî jê standin ji bo gelan mijarekî jiyanî ye. Îro bi hezaran kesî bi heman daxwazê di grevên birçîbûnê de ne û ev çalakî dê mezintir bibe.

Ez hêvî dikim ku mekanîzmeya edalet û hiqûqê ya Ewropayê li mîsyona xwe ya dîrokî xwedî derkeve.

Dixwazim bînim bîra we ku di vê biryara min de, para nêzîkbûna xwe ya li hemberî vê êşkenceyê heye. Hez bang dikim ku berî ev çalakî bi mirinê bi encam bibe, hûn bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê ya gerdûnî derkevin."