Yagiz 156 roj in li ber xwe dide

Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz ku 156 roj in di greva birçîbûnê de ye, roj bi roj giran dibe.

Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li Hewlêrê û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê didome.

Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz 156, Fadîle Tok 96, Herêm Mehmûd 61 û Nehro Xaneqîn jî 23 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne. Pirsgirêkên tenduristiyê yên Nasir Yagiz zêde dibin. Greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger a ji bo piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê li Hewlêrê dest pê kir, vê hefteyê bi koma 78'an didome.

Greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger a ji aliyê Saziya Karkerên Mezopotamyayê ya Silêmaniyeyê ve tê organîzekirin, 133 roj in dewam dike û koma 67'an çalakî dewr girt.