BI DÎMEN

'Xwîna hevrê Soro Amed û Zinarîn wê li erdê nemîne'

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, fermandarên gerîla Salîh Kaplan û Hacîre Talhan ên jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr anî û destnîşan kir, ku xwîna wan wê li erdê nemîne.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel diyar kir, sala têkoşînê ya 2016-2017'an veguheriyeke salekê ku destketiyên neteweyî-demokratîk ên gelê Kurd bi ser ketine û got, "Di saleke bi vî rengî ya têkoşînê de, berxwedana xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê û çalakiyên gerîla, pêvajoyeke ku rêya azadî û rizgariyê zelaltir kiriye, afirandine. Yek ji herêmên me ku bi xurtî tevlî vê pêvajoya mezin a têkoşînê bûye, eyaleta me ya Mêrdînê ye ku bi fermandariya hevalê me Soro Amed tevgeriya. Dewleta tirk ku bi taktîkên xurt ên çalakiyan hejiya, hem li Nisêbînê hem jî li bejahiya Mêrdînê derbên giran xwar û têk çû. Artêşa Tirk hewl da bi operasyonên berfireh ên li eyaleta me ya Mêrdînê re vê têkçûna xwe ya mezin ji holê rake."

'HEVALÊ SORO KESAYETEKÎ MILÎTAN Ê FEDAYÎ BÛ'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li qadeke berfireh, bi taybetî li gundên Xerabê Bava û Talatê, di 11'ê Sibatê de operasyonekê dest pê kir û zêdeyî 20 rojan dewam kir. Di vê operasyonê de fermandarê me hevalê Soro Amed tevî komek ji hevalan şehîd bûn."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

Hevalê Soro Amed, di nava gerîla de bi ked, afirînerî, pêşengtî û wêrekiya xwe mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xist. Ji hemû şervanên xwe di bin fermandariya xwe de bû çavkaniya baweriyê, çavkaniya wêrekiyê. Pêşengekî leheng bû, ku ji plansaziya her çalakiyê heta kêliya encamgirtinê, di her qonaxê de cih digirt.

Li her qada ku têkoşîna şoreşê lê dimeşand, vîna tûj, baweriya bê dawî û helwesta rêxistinî ya zelal a şoreşê bi cih danî û dibû temsîla fedakariyeke bêdawî, tevlîbûna bêhesab û wêrekiyê. Hevalê Soro Amed, tevî hêza çareserî û biryara rast, sekneke fermandariyê ya ku hunera bicihanînê bi xurtî di kesayetiya xwe de afirand, temsîl dikir. Bi taybet taybetmendiyên xwe re, bi kesayaetiya xwe ya milîtaniya fedakar, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li eyaleta Amedê û herî dawî li Eyaleta Mêrdînê ku bi fermandariya eyaletê radibû, pêşengî ji têkoşîna şoreşgerî re kir û bû tirsa dilê dijmin. Hevalê Soro Amed fermandarekî me bû, ku baweriya xwe ya bi şoreşê, her tim bi bicihanîna hêrsa xwe ya li dijî dijmin nîşan dida."

'HEVALA ZINARÎN BÛ SEMBOLA GERÎLAYÊN JIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Hevala Zinarîn, weke jineke Kurd a leheng ku xwe ji kevneşopiya berxwedêrî û welatparêzî ya Nisêbînê xwedî kir, mezin bû û bi bandora serhildanan berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevaleke me bû, ku di nava refên têkoşînê de kedeke xwe ya gelekî hêja heye. Hevala Zinarîn her tim li cihên herî zêde pêwîstî bi fedakariyê hebûn man û her tim bi coş û kelecana ji nû ve destpêkirin, bi barê xebatê rabû. Di serdemên herî zehmet ên têkoşînê de, bi coş û kelecana jê tê dihat xwestin, bi rengekî jîr û jêhatî tevlî kar bû.

Pêkanîna ya nepêkan, taybetmendiya wê ya sereke bû. Bêyî ku ji kesî hêvî bike, bi hêz û tecrûya xwe, her kar bi ser dixist. Hevala Zinarîn, ku li pêşberî dijmin bê tirs bû, zilm û îşkenceya dijmin li gelê Kurdistanê yê welatparêz dikir, ti carî ji bîr nekir û bi vê hêrsê bi ser dijmin ve meşiya. Bi îdeolojiya rizgariya jinê ya Rêber Apo re, dît ku têkoşîna azadiyê ya jinê wê bi ser bikeve û bi moralê ji vê baweriyê, bi performanseke bilind tevlî kar bû.

Bi coş û îdîayeke mezin tevlî pêngava Rêberê Azad û Kurdistana Xweser bû. Her roja xwe bi daxwazeke mezin derbas kir û weke endama rêveberiya eyaleta Mêrdînê pêşengî ji şer re kir. Di asta têkoşînê ya eyaleta Mêrdînê de, ku dijmin tevizand, rola hevrêya me gelek e û çalak e.

Hevala Zinarîn bi taybetî jî di berxwedana xweseriyê û xwerêveberiyê de bêyî bêhnvedanê şer kir û hevrêyên xwe jî da şerkirin. Fermandarek bû ku bawerî, dewlemendiya taktîkê û serketin dida derdora xwe. Bi çalakiyên xweser re, ku bi xwe koordîne dikir, bû sembola gerîlayên jin ên Kurdistanê ku bi biryar in bi Rêbertî re bijîn.

Hevala Zinarîn, ku heta fîşeka xwe ya dawî li dijî faşîstên kujer ên ji bilî bikaranîna teknîkê ti çareya xwe nemaye, heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe da, rê li ber jinûve vejîna nirxên azadiyê yên Kurdistanê vekir û di vê oxirê de tevlî karwanê nemiran bû."

'BI KOMBÛNA LI DORA ŞEHÎDAN RE EM Ê KURDISTANA AZAD AVA BIKIN'

Fermandariyê got, "Di şexsê hevalên me Soro û Zinarîn de, em hevrêyên xwe yên şehîd bûne bibîr tînin û soza xwe dubare dikin, ku em ê xeyala şehîdên me ya Rêberê Azad û Kurdistana azad bicih bînin. Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne. Em ji tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em bang li jin û ciwanên Kurdistanê dikin, ku bin ser şopa hevrêyên me, li dijî neheqî û koledariyê têbikoşin, li dora şiyara 'Şehîd Namirin' li hev bicivin û Kurdistana Azad bi destê xwe ava bikin."

NASNAMEYA HER DU GERÎLAYAN

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya her du gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ye:

Nasnav: Soro
Nav paşnav: Salîh Kaplan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Bediye-Nûrettîn
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Sibatê-1'ê Adarê 2017 / Mêrdîn

Nasnav: Zinarîn Botan
Nav paşnav: Hacîre Talhan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Sînem-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Sibatê-1'ê Adarê 2017 / Mêrdîn