Xwepêşandanên li Ranya dewam dikin

Çalakiya xwepêşanderên ku li dijî polîtîkayên hikûmetê li Ranye daketine qadan di roja 4’emîn de dewam dike.

Çalakiya xwepêşnaderên li navçeya Ranye ya Silêmaniyê ku li dijî polîtîkayên hikûmetê dabûn destpêkirin di roja 4’an de bê navber dewam dike. Hêzên asayîşê yên ku dixwazin xwepêşanderên ku ji sibê ve kom bûne belav bikin, gelek caran gule li xwepêşanderan reşandin. Tevî hemû êrîş û zextan xwepêşanderan tevahiya rojê çalakiyên xwe domandin.

Xwepêşanderên li Ranya diyar kirin ku li dijî polîtîkayên hikûmetê wê çalakiyên xwe bidin dewamkirin.

Di encama mudaxeleya hêzên asayişê li Ranye gelek kes hatin binçavkirin.