Xwepêşandanên li Başûr didomin

Xwpêşandanên li Başûrê Kurdistanê yên ji ber nebûna xizmetgûzarî, bêkarî, nebûna mûçe û dahatê destpêkiribûn hê jî dewam dike.

Xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê ya dijî gendelî, nedana mûçe û rewşa xirab ya herêmê her ku diçe berfireh dibe.

Li Silêmanî, Helebce, Ranya û Kelarê welatî dijî gendelî, rewşa xirab a herêmê û nedana mûçeyan careke din daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman.

Tevî hemû astengiyan li Silêmaniyê xwepêşandan dewam dike. Tê gotin ji ber gaza bi îsot bêhna gelek kesan teng bûye.

Li aliyê din li Derbendîxanê jî xwepêşander li ber deriyê qeymeqamtiyê çalakî kirin. Li vir daxwazên xwepêşanderan cuda bû û daxwaz ji qeymeqamê navçeyê kiriye ku hêzên li pêşiya çalakvanan dibin asteng ji navçeyê bên derxistin.

Xwepêşanderan diyar kirin ku divê hikûmet guh bide dengê wan, girtî bên berdan û kesên li ber gel guleyên rast teqandine jî bên dadgehkirin.

Li gorî agahiyan qeymeqam soz nedaye xwepêşanderan lê gotiye ku wê daxwazên wan bigihînin aliyên peywendîdar.