Xwendekarên Başûr li ber bicihkirina wan a zanîngehan rabûn

Ev demeke xwedekarên Başûr ji ber encam û bicihkirina wan a li zanîngehan xwepêşandanan dikin. Îro xwendekdar bi girseyî li gelek navendan daketin qadan û daxwaza heqê xwe kirin.

Xwedevanên Dibistana Amadeyî ên tevlî ezmûnên zanîngehê bûn û piştî encamên wan eşkere bûn û şûnde li Silêmanî, Hewlêr, Koye, Qeladiz û Germiyan daketin kolanan û xwestin Wezareta Xwendinê pirsgirêka wan çareser bike.

Piştî ku ezmûnên xwendevanên Dibistanên Amadeyî xilas bûn, encamên xwendevanan li ser înternetê hatin belavkirin. Xwendevan ji ber ku li gorî dixwestin ji bo beşên wan nehatin girtin, nerazîne û 4 rojin li kolananin.

SILÊMANÎ

Xwendevan îro li ber derê rêveberiya Perwerdeyê ya Rojava ya li Silêmaniyê kombûn û heya ber derê avahiya Zanîngeha Nû ya Qalîsan meşiyan. Xwendevanan rê li trafîkê girtin û xwestin aliyên peywendîdar pirsgirêka wan çareser bike.

HEWLÊR

Li Hewlêrê xwendevan li ber derê avahiya Wezareta Xwendinê ya Blind kombûn.

KOYÊ

Li Koyeyê jî xwendevanan rê li trafîkê girtin. Xwendevan di çalakiyên xwe de dibêjin, ew biryara Wezareta Xwendinê red dikin û xwestin pirsgirêk were çareser kirin.

QELADIZ

Her wiha yek ji navendên din ên xwedevan daketin qadan Qeladiz bû.  Xwendevan bi heman armancê li nav Baxê Giştî çalakiyek lidarxistin û rêya sereke ya Qeladizê li trafîkê girtin.