'Xwedîderketina li Rêber Apo erkê her kesî ye'

Endamê Komîteya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ya Başûrê Kurdistanê Şoreş Xidir bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û got, "Xwedîderketina li Rêber Apo wezîfeya her kesî ye."

Nêzî 3 sal in tecrîd û êşkenceyek giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Her çendî malbat û parêzer dixwazin hevdîtinê bikin bi hincetên bê bingeh ev yek pêk nayê. Herî dawî di serdana parêzeran de derket holê ku ‘cezayê disiplînê’ ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê hevalên din hatine dayîn. Ji bo 6 mehan hevdîtin hatine qedexekirin.

Nerazîbûnên aliyên siyasî yên li ser tecrîd û kiryarên der hiqûqî yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî zêdetir dibin. Endamê Komîteya Azadiya Ocalan a Başûr Şoreş Xidir li ser tecrîd û têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê ji ANF’ê re axivî.

‘BI KOMPLOYÊ XWEST NETEWA KURT TINE BIKIN Û KOMPO DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE KÛR KIRIN’

Xidir ewilê bal kişand ser pêkanîna komploya li ser Ocalan û got: “Bi hevkariya hêzên derve, heta astek ya navxweyî hewla qirkirina gelê Kurd bi komploya navneteweyî hate kirin. Ev komploya bi armanca qirkirina gelê Kurd û taybet jî di şexsê Rêber Apo de kûr bû. Pêkanîna vê komployê ji bo me nîşan dide ku meznahiya Rêber Apo di çi astê de ye.

‘PROJEYA ABDULLAH OCALAN JI BO XWE METIRSÎ DÎTIN, HEM KOMPLO Û TECRÎD ZÊDE KIR’

Rêber Apo ji hemû rêber û pêşengên din cudatir, dikarim bêjim yek rêberên herî bibandor ên sedsala borî bû yên tevgerên azadî û pêşengên Kurd bûn. Li gel cudahiya siyaset, stratejî û şêwaza karkirina Rêber Ocalan, projeya ku îro bi ser xistî ku ji rêber û tevgerên din ên pêş xistî ye. Ev hemû bandor kiriye ser civakê û civak hişyar kiriye. Ferdekî hişyar li ser asta Rojhilata Navîn û li nava neteweya Kurd ferdekî hişyar zana û xwedî vîn ava bike. Ev hemû wisa li dewletên dagirker dikin ku metirsî li ser modernîteya sermayedarî bibînin. Li ber vê em dibînin Birêz Abdullha Ocalan projeyek serxistiye ku jêre projeya Sîstema Konfederalîzma Demokratîk. Hêzên desthilat vê sîstemê ji bo xwe û sîstema xwe xeterî dizanin. Ev bû yek ji sedemê esasî ku komployeke wiha û tecrîd li ser Rêber Ocalan bê zêdekirin. 

‘PKK BÛ QONAXEKE NÛ YA DÎROKA SIYASETA KURD’

Endamê Komîteya Azadiya Ocalan a Başûr Şoreş Xidir destnîşan kir ku berî Tevgera Azadiya Kurd li Bakurê Kurdistan kesê nedikarî bêje ‘ez Kurdim’ wiha pêde çû: “Dema ku Rêber Ocalan weke Rêberek ji bo Tevgera Azadî PKK dest bi kar dike, ev bi xwe dibe qonaxeke nû ya dîroka siyaseta Kurd.”

‘JI BO HEMÛ HERÊMÊ BÛ XWEDÎ SÛDEKE MEZIN’

Xidir da xuyakirin ku dema mirov temaşeyî meznahî û firehiya komployê bikin, wê demê wê bizane bê ka çiqasî bandora Birêz Abdullah Ocalan heye û wiha domand: “Abdullah Ocalan weke bîrmendek yê projeya Konfederalîzma demokratîk ne tenê ji bo Kurdan belkû ji bo herêmê jî xwedî sûdeke mezine.”

‘BI TEMAMÎ BIRYAREKE SIYASÎ YE, NE HIQÛQÎ YE’

Endamê Komîteya Azadiya Ocalan a Başûr Şoreş Xidir li ser cezayê disiplînê yên bê navber li Abdullah Ocalan tê birîn jî ev nirxandin kir: “Bi temamî biryareke siyasî ye, ne hiqûqî ye. Em dibînin nêzîkatiya li vê dozê jî tê kirin, ne exlaqî ye. Ev zêdetirî 2 sal in hem parêzer û hem jî malbat serlêdan dikin ji bo biçin Îmralî. Em dibînin ev serlêdan hemû tên qedexekirin. Ev hemû berovajî pîvanên demokrasî û mirovatiyê ye ku dewletên sermayedar û bi hêz, banga demokrasî û mafê mirov dike. Vê hemûyê vala derdixe. Ji ber ku nêzîkatiya niha li gel Birêz Abdullah Ocalan tê kirin, bi temamî dijî pîvanên mirovî, demokratîke. Ji bo wê pêwîst e, gelê Kurd bê cudahî, li hemû beşên Kurdistan û derveyî welat, divê zextê li ser welatan bikin ku bikarin dawî li tecrîdê bînin û hevdîtin bên kirin. Heman demê zextê bixin ser Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropa bike ku ew jî bi rengekê ketiye nava lîstika ku NATO ku li ser doza Kurd û pirsa girtina Abdullah Ocalan.

‘PIRSA ABDULAH OCALAN PIRSA HEMÛ NETEWA KURD Û MIROVAHIYÊ YE; KILÎDA ÇARESERIYA PIRSA ROJHILATA NAVÎN E’

Pirsa Abdullah Ocalan pirsa hemû netewa Kurd e, hemû mirovahiyê ye. Her kesê ku tez û dîsa manîfestoyên Abdullah Ocalan li nava girtîgehê ji bo netewa Kurd nivîsandî xwendibe, dide nîşandan ku Birêz Abdullah Ocalan xwedî projeyeke mirovî ye. Xwdî projeyeke welê ye ku kilîda çareseriya pirsa Rojhilata Navîne. Ji bo wê azadkirina Rêber Ocalan tê wateya azadkirina netewa Kurd. Azadkirina her ferdekî mirovayetiyê ye. Ji bo wê xwedî derketina li Rêber Apo erkekî her ferdekê ye. Erkekî mirovî, exlaqî û hiqûqî ye.”

‘ERKÊ HER FERDEKÎ KURD E; LI KU DERÊ DIBE, DIVÊ XWEDÎ LI RÊBER APO DERKEVE’

Herî dawî Endamê Komîteya Azadiya Ocalan a Başûr Şoreş Xidir ev bang kir: “Weke endamekî Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxwaz ji her ferdekî Kurd li ku derê dibe bila bibe, divê xwedî li Rêber Apo derkevin. Zextê li dewleta Tirk bike ku bikare dawî li vê tecrîdê bîne. Ev yek ne tenê erkê Komîteya Azadiya Ocalan belkû erkê mafparêz, parêzeran, hunermend û hemû ew rewşenbîran ku bikarin bi cesaret li ber vê rabin.”