Xwe ji narkotîkê rizgar kir û tevlî nava refên gerîla bû
Dozger Zagros, ku berî tevlî nava refên PKK'ê bibe, bi narkotîkê ve ketibû, xwe ji narkotîkê rizgar kir û tevlî nava refên gerîla bû. Zagros ji ANF'ê re qala jiyana xwe kir.
Dozger Zagros, ku berî tevlî nava refên PKK'ê bibe, bi narkotîkê ve ketibû, xwe ji narkotîkê rizgar kir û tevlî nava refên gerîla bû. Zagros ji ANF'ê re qala jiyana xwe kir.
Dozger Zagros da xuyakirin, ku piştî wî PKK nas kir, hîn bêhtir bi asta polîtîkayên şer ên dewleta Tirk li dijî ciwanên Kurd ê welatparêz dimeşîne, hesiya ye. Zagros got, "Ez bi madeyê narkotîkê ve hatibûm girêdan. Piştî ku min PKK nas kir, min baştir fêhm kir bê narkotîk tiştekî çiqasî qirêj û nebaş e. Min dûre dest jê berda û tevlî nava refên PKK'ê bûm."
'NARKOTÎK LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ TÊ BIKARANÎN'
Dozger Zagros qala jiyana xwe ya berî gerîla kir: "Ez ji Wanê tevlî bûm. Di ser Çelê re hatim Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji ber ku li nava malbateke welatparêz ji dayik bûm, mîna her ciwanekî Kurd bi rengekî welatparêzî dijiyam. Piştî ku min PKK nas kir, min baştir fêhm kir bê jiyana li nava sîstema kapîtalîst çiqasî bê wate ye. Bêguman dema min PKK nas kir, nêrîna min a li jiyanê, nêrînên min guherî."
Dozger Zagros, weke ciwanekî ku ket bin bandora polîtîkayên şerê taybet ên dewletê, wiha dewam kir: "Sîstema kapîtalîst weke robotan li mirovan dike. Bi taybetî, zîhniyeta dewleta Tirk bi rêya şerê taybet vê yekê li dijî ciwanên Kurd gelekî dike. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, ciwanên Kurd ên welatparêz hînî narkotîkê dike û bi vî rengî hewl dide wan ji Tevgera Azadiyê vebigire û kontrol bike. Argumanên şerê taybet ê TC bandor li min jî kiribûn û ez jî hînî madeyên narkotîkê bû bûm. Lê belê piştî ku min PKK nas kir, min dev jê berda. Min fêhm kir bê tiştekî çiqasî qirêj e."
'GIRÎNG E MIROV SÛDÊ JI NÊRÎNÊN OCALAN BIGIRIN'
Dozger Zagros diyar kir, piştî ku ket girtîgehê wî PKK nas kiriye û biryar daye bi rengekî çalak tevlî şerê azadiyê bibe. Zagros destnîşan kir, ku girîng e ji nêrîn û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûd were girtin û got, "Dema ku tevlî çalakiya li dijî Komploya 15'ê Sibatê bûm, ji aliyê dijmin ve hatim binçavkirin û girtin. Piştî ku ketim girtîgehê min PKK nas kir û biryar da bi rengekî çalak tevlî nava şerê azadiyê bibim. Ya rast, têkoşîna ku divê hemû ciwanên Kurd ên welatparêz cihê xwe di navê de bigire, têkoşîna azadiyê ye. Ji bo vê jî divê sûd ji pirtûk, nêrîn û ramanên Rêbertî bê girtin. Bi xwendina pirtûkên Rêbertî re mirov dikarin jiyanê çêtir fêhm bikin."
Dozger Zagros bang li ciwanên Kurd kir ku tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bibin û got, "Dem dema azadiyê, dema serketinê ye."