Xizmên windayan qurbaniyên komkujiya Roboskî bi bîr anîn
Endamên ÎHD'ê û xizmên windayan kesên ku di komkujiya Roboskî de hatin qetilkirin, bi bîr anîn.
Endamên ÎHD'ê û xizmên windayan kesên ku di komkujiya Roboskî de hatin qetilkirin, bi bîr anîn.
Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Ameed û Êlihê di çalakiyan de li aqûbeta kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin pirsîn û bal kişandin ser Komkujiya Roboskî.
AMED
Endamên Şaxê Amedê yên ÎHD'ê û xizmên windayan bi dirûşma 'Yên winda bila bêne dîtin, kujer bêne darizandin' di hefteya 829'an de li hev kom bûn. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li navçeya Rezan a Amedê li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Parka Koşûyolûyê li hev kom bûn û di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka Mehmet Ozdemîr xwendin ku 26'ê Kanûna 1997'an li Amedê piştî ku ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin agahî jê nehate wergirtin.
Sekreterê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Omer Saman daxuyanî da, qurbaniyên komkujiya Roboskî bi bîr anî û diyar kir ku komkujî ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd hate kirin.
Seyran Ozdemîr keça Mehmet Ozdemîr di çalakiyê de axivî û daxuyaniya hefteyê ji aliyê endamê ÎHD'ê Firat Akdenîz ve hate kirin.
ÊLIH
Endamên ÎHD'ê yên Êlihê û xizmên windayan di hefteya 665'an a çalkaiyê de li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li kolana Gulistanê li hev kom bûn. Hevşaredara Êlihê ya ku wezîfeya wê hate desteserkirina Gulistan Sonuk, endamên Şaxê Êlihê yên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA-DER û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê tevlî bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka qurbaniyên Komkujiya Roboskî hate xwendin. Daxuyaniya çapemeniyê jî ji aliyê yek ji rêveberên Şaxê ÎHD'ê Rezan Baytar ve hate xwendin.