Xizmên windayan li hev civiyan: Kûjeran diparêzin

ÎHD û Xizmên Windayan li Amed û Êlihê lêgerîna edaletê didomînin. Di çalakiyan de li aqûbeta Îbrahîm Gundem, Kamîl Bîlgeç, Mehmet Bîlgeç û Halîl Bîrlîk hate pirsîn yên ku ji aliyê hêzên dewletê ve ‘hatibûn windakirin’.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 563’yan de çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin” li ber avahiya komeleyê li dar xistin. Parazvanên mafê mirovan wêneyên windayan hilgirtin. 

Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a ya Amedê Hasan Yalçin, di çalakiya vê heftê de axivî û got: “Ji bo ku winda û faîlên wan bên dîtin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.” Yalçin, diyar kir ku ji ber biryara qedexeya walîtiyê ev 64 heften di qada sergirtî de bêgav mane ku çalakiya xwe li dar bixin. Ev bê mafiye û binpêkirina mafan e. Bi salan e em vê yekê tînin ziman.” 
Yalçin, da zanîn ku tekane daxwaza wan darizandina bersûcan e û wiha bilêv kir: “Bi salan e di her qadê de em vê daxwaza xwe tînin ziman. Em gelek caran şahd bûn. Di dosyayên windayan de, faîl ji bo ku neyin cezakirin tên parastin. Tekane daxwaza me dîtina windayan û faîlên wane.”

Yalçin, dest nîşan kir ku gelek kesan bêyî ku xizmên xweyên winda bibînin jiyana xwe ji dest dan û wiha rêz kir: “Gelek dayikên mîna dayika Fatma û Elmas bêyî ku kurê xwe, birayên xwe û xizmên xwe bibînin, wefat kirin. Dayika Îbrahîm Gundem ê winda jî îsal jiyana xwe ji dest da.”

Yalçin, bal kişand ser cînayeta Prz. Tahîr Elçî jî û wiha got: “4 sal bi ser kuştina Elçî re derbas bûn. Lê heya niha tu pêşketin di dosyeya wî de tuneye. Divê cînaheta Elçî baş bê lêpirsîn.” 

Piştî axaftina Yalçin, xizmên windayan aqûbeta Îbrahîm Gundem ê di 25’ê Îlona 1991’an de li navçeya Hezro ya Amedê dibin çavan de hat windakirin pirsîn. Xweşka Gundem Ferîde Gundem piştî xwendina çîroka Gundem hat xwendin axivî û got: “Heya ku em saxbin em ê dev ji doza xwe bernedin û em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Divê birayê min bibîn in.”

ÊLİH

Li Êlihê jî rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan ( ÎHD) û xizmên windayan di hefteya 469’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Xizmên Windayan, parazvanên mafên mirovan û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin kujer werin darizandin” hat vekirin. Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner, metna daxuyaniyê ya vê hefteyê xwend û wiha got: “Em ê aqûbeta windayan tim bipirsin.” Tanguner, aqûbeta Mehmet Bîlgeç û Halîl Bîrlîk ên dibin çavan de hatin windakirin pirsîn.