Xizmên windayan li aqûbeta Bîlgeç pirsîn

Xizmên Windayan vê hefteyê jî li aqûbeta Kemal Bîlgeç ê sala 1995’an hate destgîrkirin û êdî ti agahiyek jê nehate girtin, pirsîn.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” di hefteya 605’emîn de ji ber koronayê bi rêya vîdeoyê lidar xist.

Xizmên Windayan di çalakiyê de li aqûbeta Kamîl Bîlgeç ê di 27’ê mijdara 1995’an de li navçeya Silopiya Şirnexê hat destgîrkirin û piştre hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nehat girtin pirsîn.

Rêveberê ÎHD’a Amedê Yûsûf Erdogan çîroka windakirina Kamîl Bîlgeç xwend û diyar kir ku Bîlgeç keyayê gundê Xirabreşika Silopiya yê û ew bavê 11 zarokan bûye. Erdogan got Bîlgeç ji bo kaxizên hilbijartinê ji desteya hilbijartina navçeyê ya li Edliya Silopiya webigire çûye wir û dema derketiye carek din agahî jê nehatiye girtin.

Erdogan got tevî hemû serlêdan û lêgerînê jî encam nehatiye girtin. Erdogan diyar kir ku beriya Bîlgeç were windakirin JÎTEM gefan li malbatê dixwe û ji kurapê Bîlgeç re jî dibêjin “roja te jî hindik maye.” Erdogan anî ziman ku kurapên Bîlgeç, Mehmet Bîlgeç û Halîl Bîrlik jî dema ji Başûrê Kurdistanê vedigerin li deriyê sînor tên destgîrkirin û ji wê rojê ve agahî ji wan nayê girtin.