Xizmên windayan li Amed û Êlihê hatin cem hev

Xizmên windayan ji bo aqûbeta Cuneyt Aydinlar û Zeynel Kursep ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin revandin bipirsin hatin cem hev.

Li Amedê ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 786’yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de wêneyê windakiriyan hatin hildan.

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Wekîla Amedê Adalet Kaya jî beşdarî çalakiyê bûn û aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê ku di 20’ê Sibata 1994’an de li Stenbolê di bin çavan de hat windakirin, hat pirsîn.

ÊLIH

Li Êlihê jî ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 622’yan de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Wekîla DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu, Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê Gulîstan Sonûk, endamên TJA’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê, DEM Partî, DBP’ê, OHD’ê, rêveberên Baroya Êlihê û xizmên winda di çalakiyê de amade bûn.

Di çalakiyê de aqûbeta Zeynel Kursep ê di 24'ê Adara 1994'an de li Êlihê hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin hat pirsîn.

Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Huseyîn Elçî, diyar kir ku heta ew encam digirin dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.