Xizmên windayan li Amed û Êlihê hatin ba hev

Xizmên Windayan li Amed û Êlihê ji bo Vedat Aydin û Recaî Aydin ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin, hatin ba hev.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê û xizmên windayan di hefteya 751'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezan a Amedê hatin cem hev û li eqûbeta windayan pirsîn. Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, xizmên windayan û Odeya Tabîban a Amedê tevlî çalakiyê bûn. Xizmên windayan û kesên ku tevlî çalakiyê bûn wêneyên kesên di kuştinên kiryar nediyar de hatin qetilkirin hilgirtin.

Vê hefteyê li aqûbeta Doktor Recaî Aydin hate pirsîn. Recaî Aydin di 2'ê Tîrmeha 1994'an de li Amedê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin.

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ez di şexsê Bijîşk Recaî Aydin de hevalên me yên di têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim. Her hefte em li vir daxwaza xwe ya edaletê tînin ziman. Lê mixabin ev daxwaz pêk nehat. Pêvajoyeke me ya xemgîn heye ku em nikarin biqedînin. Em nikarin hestiyên kesên xwe yên winda bibînin. Dayikek me ya ku xizma windayan e gotibû, 'Em her şemî weke ku biçin goristanê tên vir.' Ya rast daxwazeke me ya bingehîn heye. Em dixwazin kevirî me yê gorê hebe û şîna xwe li ser bikin. Mixabin ev daxwaz veguheriye travmayekê. Em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin."

Endamê Lijneya Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz jî serpêhatiya windakirina Recaî Aydin parve kir. Akdenîz got: “Recaî Aydin li navenda tenduristiyê ya navçeya Çinarê ya Amedê bijîşkî dikir. Di 2'ê Tîrmeha 1994'an de ji mala xwe ya li Amedê bi rê ket û bi wesayîta xwe çû cihê kar. Di heman rojê de li ser rêya Farqînê ku ne rêya kar e, wesayita Recai Aydin bi deriyên vekirî hat dîtin. Malbata wî bi rêya serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û hemû saziyên fermî ku dide hewl dide der barê aqûbeta Recaî Aydin de agahiyê bigire. Lêbelê, hemî hewldan têk diçin. Ji wê rojê û vir ve careke din agahî ji Recaî Aydin nehat girtin."

Akdenîz di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Bi banga Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya di 17’ê Tebaxa 1994’an de ji Serokwezîra wê demê Tansu Çiller û Wezîrê Edaletê Mehmet Mongoltay re name hatin şandin û pirsa ‘Çi bû ji Dr Recai Aydin'? Lê belê, hemû hewldan bê encam in. Di sala 2005'an de kujerê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li Serdozgeriya Komarê ya Amedê de îtiraf kiribû ku 'Di nava kesên ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine înfazkirin Recaî Aydin jî heye.' Wek parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan; Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin ku ji 31'ê Çileya 2009'an û vir ve her hefte bênavber me dewam kiriye û dixwazin aqûbeta windayên me bên eşkerekirin û kiryar bên dîtin û darizandin. Em ji bo Recaî Aydin ê ku 29 sal in aqûbeta wî eşkere nebûye edaletê dixwazin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Rêveberên ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan li Êlihê jî di hefteya 587’emîn de li serê Cadeya Gulistanê li ber Peykerê Mafên Mirovan çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” lidar xist. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Êlihê Zeynep Odûncû, Xizmên Windayan, rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kesk tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên windayan hildan.  

Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ê di 5’ê Tîrmeha 1991’an de ji malê hat destgîrkirin û paşê qetilkirin, hat pirsîn.

Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Sînan Gegîn daxuyanî xwend û bal kişand ser serpêhatiya destgîrkirin, windakirin û qetilkirin Vedat Aydin û diyar kir ku her çend tam 32 sal in Aydin hatiye revandin û bi awayekî hovane hatiye qetilkirin jî, kujerên wî hê jî tên parastin.

Gegîn anî ziman ku Vedat Aydin di 5'ê Tîrmeha 1991'an de nîvê şevê ji aliyê 4 kesên ku xwe weke polîs dane nasîn ji malê hat girtin û di 7'ê Tîrmehê de li navçeya Madenê ya Xarpêtê di bin pirekê de bi êşkenceyê hat qetilkirin û got ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin. Gegîn wiha axivî: “Di qetilkirina Vedat Aydin de; ji xeynî kesên ku tetîkê kişandine, Waliyê OHAL'ê Hayri Kozakçioglu, Alîkarê Fermandarê Koma Îstîxbarata Cendirmeyan Aytekîn Ozen, endamê JÎTEM'ê Selahattîn Gorgulu, Waliyê Amedê yê wê demê, Midûrê Emniyetê û yekîneyên leşkerî, Serokwezîr Mesut Yilmaz û Serokkomar Turgut Ozal berpirsiyar in. Qetilkirina Aydin di bin berpirsiyariya hikûmetên ku heta niha bûyer di tariyê de hiştin e, pê hatiye. Heta bûyer zelal bibe wê destê me di bestûka kujeran de be.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê qediya.