Xizmên windayan ji bo Haci Şîlî li hev civiyan

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan ên li Amedê li aqûbeta Haci Şîlî pirsîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windahiyan ên li Amedê, ji bo dîtina windayan û darizandina kiryaran, cara 461'ê li hev civiyan. Yek ji sembola çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a li Kolana Yuksel a Enqereyê Velî Saçilik piştgirî da çalakiya vê hefteyê.

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, endamên Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Odeya Tabîban, Însiyatîfa Gel û Baroya Amedê tevlî çalakiyê bûn.

Xizmên windayan vê hefteyê li aqûbeta Haci Şîlî pirsîn, ku sala 1993'an dema 23 salî bû li navçeya Basa ya Şirnexê hate windakirin.

Xizmên windayan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.