Xizmên Windayan ji bo Gundem û Akyildiz hatin ba hev

Xizmên Windayan ên Amed û Êlihê aqûbeta Îbrahîm Gundem û Mehmet Zekî Akyildiz ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin windakirin pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 763’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê lidar xistin. Xizmên Windayan, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya, Ceylan Akça û Serhat Eren, parêzvanên mafên mirovan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Gundem ê di 25'ê Îlona 1991'an de li gundê Qenderhel ê navçeya Hazro ya Amedê hat windakirin, hat pirsîn.

Cîgira Serokê ÎHD'ê ya şaxa Amedê Suzan Mehmetoglû Aksoy êrîşên li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir.

Xwişka Gundem a mezin Ferîde Gundem jî got, "Heta mirinê em ê dest ji vê têkoşînê bernedin."

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren bi bîr xist ku ji salên 90'î heta 2000'î bi sed hezaran kes rastî êşkenceyê hatine.

Çîroka Gundem ji aliyê Endama Komîsyona Lêkolîna Cînayetên Kiryar Nediyar û Windayan Parêzer Berfîn Elçî ve hate xwendin.

ÊLIH

Li Êlihê jî endamên ÎHD'ê û xizmên windayan di hefteya 599'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev.  Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan û rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER’ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê ku di sala 1992'an de li navçeya Amed Farqîn ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hat revandin û windakirin hat pirsîn.

Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Huseyîn Elçî diyar kir ku ew ê aqûbeta windayan bipirsin û piştre çîroka Akyildiz ê winda xwend.