Xizmên windayan: Bila 2018 bibe sala azadiyê

Li Amedê malbatên windayan û parêzvanên mafên mirovan çalakiya edaleta ji bo windayan li dar xistin.

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan bi slogana “Bila winda werin dîtin, kujer werin darizandin” çalakiya xwe ya 464’an li dar xistin. Serokê Şaxa Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan Racî Bîlîcî diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo dîtina windayan bidomînin.

‘SAZIYA DARIZANDINÊ NE ALÎGIRÊ EDALETÊ YE’

Bîlîcî diyar kir ku di vê salê de jî binpêkirinên mafên mirovan zêde bû û hemû beşên civakê mehkûmî rejîma Rewşa Awarte bûne û di sala 2017’an de têkildarî ‘kuştinên kujerên wan ne diyar’ tu kujer derneketine holê û got, “Saziya darizandinê peywira xwe bi cih neanî û pişta dewletê girt. Gelek dosye ji ber ku zêde dem ji ser wan derbas bûye, hatin betalkirin.” Bîlîcî diyar kir ku ew dixwazin sala 2018’an bibe sala azadiyê.

ÇÎROKA SIDDIK KAYA

Di çalakiyê de çîroka Siddik Kaya hate xwendin. Kaya di 20’ê Mijdara 2002’an de li Gimgima Mûşê hate windakirin.

Parêzer Hasan Yalçin li gorî vegotinên xwişka wî Herdem Şengul çîroka Kaya xwend. Di çîroka Kaya de ev tişt hate diyarkirin:

“Birayê min di 19’ê Mijdara 2002’an de hat mala me û ji bo stendina karta kesk a ji bo tendirustiyê ew ê biçûya Erziromê. Piştî wê birayê min di saet 17.00’an de bi telefonê bi yekî re axivî û got ‘Va ye ez têm.’

Dema min jê pirsî tu yê biçî ku, wî got, ‘Serbaz Celal bû, em ê bi hev re herin heta pirê û werin. Netirse ez nakevim feqê’ Piştre dema min telefonî wî girt, telefona wî girtîbû. Piştî wê rojê me tu agahî jê nestend.”

Şengul diyar kir ku di 24’ê Nîsana 2003’an de li kêleka Çemê Mûradê cenazeyê birayê xwe dîtine û devê cenaze bi bandê hatibû girtin.