Xizmên windayan aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn

Çalakiya 460’an a xizmên Windayan a bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, berpirs bên darezandin” ku her hefteyê tê lidarxistin vê hefteyê jî pêk hat. Di çalakiya de aqûbeta Mehemt Ertak ê di 20’ê Tebaxa 1992’an de di bin çavan de hate windakirin hat pirsîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan bi sirûda “Bila winda bên dîtin û berpirs bên darizandin" di hefteya 460’an de li şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam kirin. Dîsa pankarta "Bila winda bên dîtin û berpirs bên darizandin" vekirin, wêneyên windayan rakirin û qurnefil danîn ser. Di çalakiyê de vê hefteyê aqûbeta Mehmet Ertak ê di sala 1992'an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn.

Endamê Komisyona Windayan a ÎHD'ê Parêzer Hasan Yalçin, bal kişand ser kuştina Serokê baroya Amedê Tahir Elçî û diyar kir ku 2 sal derbas bûn, lê hêj kujer nehatine ronîkirin û xwest kujer bên dîtin û darizandin. Yalçin, destnîşan kir ku dixwazin doza Elçî jî tev li dozên kujer nediyaran bikin û ser dosyayê bincil bikin. Yalçin, anî ziman ku ew dê heta dawî ji bo Elçî li edaletê bigerin."

Piştre Birayê Mehmet Ertak ê di bin çavan de hat windakirin Ahmet Ertak axivî û wiha got: "Bi hezaran kes bi zorê hatin revandin û hatin binçavkirin. Piştre hatin windakirin. Birayê min jî yek ji van kesan e. Hêj gora wî û bi hezaran kesên din tune ye. Niha tevî ku kesên hatin kuştin cenazeyên wan diyar in jî cenazeyan nadin malbatan. Tevahiya Tirkiye bûye welatê windayan.

ÇÎROKA MEHMET ERTAK

Piştre çîroka Mehmet Ertak parêzer Hasan Yalçin xwend û wiha got: "Ertak wê demê wekî karkerekî di ocaxa komirê de kar dikir. Piştî Ertak hat revandin û binçavkirin, tevî ku malbatan serî li hemû rayedaran da jî hê jî malbat agahiyê nastînin. Parlamenterê Şirnexê Orhan Dogan di 27'ê Kanûna 1992'an de ji wezîrê karên hundir yê wê demê Îsmet Sezgin pirsî. Sezgîn jî diyar kir ku wê li ser rawestin. Wê demê parêzer Tahir Elçî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) da. Di 9'ê Gulana 2000'an de ji ber Mehmet Ertak di bin çavan de hatiye windakirin DMME Tirkiye mahkum kir.

Çalakî ji bo Elçî û kesên din ên hatin windakirin bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.