Xizmên Windayan aqûbeta Mahmût Dogan pirsîn

Xizmên Windayan û ÎHD a ku li Amedê çalakî lidar xistin, aqûbeta Mahmût Dogan ê ku sala 1993’an dema ku ji bo biçe kar ji malê derket û êdî ti agahî jê nehate girtin pirsîn.

Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya “Winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya 435’an domandin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hat hilgirtin û pankarta mezin a wêneyên windayan li ser hate vekirin. Xizmên Windayan, di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mahmût Dogan ê di sala 1993’yan de dema ji mala xwe ya li gundê Elwendî ya navçeya Çinar a Amedê diçû kar hate windakirin pirsîn.

Endamê komisyona Windayan a ÎHD’ê Orhan Urhan diyar kir ku têkoşîna dadê ya xizmên windayan di hefteya 435’emîn de didome û got: “Heta kujer bên dîtin wê têkoşîna me bidome. Dewlet li dijî hemû êşên ku malbatên windayan jiyane bêdeng ma. Ji bo darizandina kujeran hemû hikûmetên hatine û çûne tiştek nekirine.”

Piştî Urhan endamê Komîsyona Cînayetên Kiryar ne Diyar û Windayan ê ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Mahmût Dogan vegot. Yalçin, diyar kir ku Dogan li gundê Elwendî yê Çinar a Amedê hatiye dinê, piştî bi zorê ji gund hat koçberkirin li navenda bajar ajokarî dikir û di 27’ê Mijdara 1993’yan de dema ji bo kar ji mal derket carekdin agahî jê ne hat girtin. Yalçin, anî ziman ku hevjîna Dogan Zumrete Dogan ji ber demek dirêj ji hevjînê xwe agahî negirt serî li qereqola Rezanê dide, lê kesên li qereqolê jê re dibêjin ji rewşa wî fikaran bike ger bixwaze dikarî serî li Midûryeta Polîsan bide, ew şandine malê û wiha got: “Piştre malbatê serî li midûryetê da. Midûryetê got ku ji ber di wesayîta wî de çek hatine girtin ew di destê wan de ye û ji malbatê xwestin ku ji bo Dogan xwarinê bibin. Malbata ku piştî nîvsaetê ji xwarinê çûn midûryetê rastî heqaretê hatine û ji wan re dibêjin ku Dogan ne ligel wane. Di encama hewldanên malbatê yên li bajar, malbat bi fermandarek ê li tabura Çinarê re hevdîtinê pêk tîne, fermandar soza wê di nava 2-3 rojan de aqûbeta Dogan fêr bibe daye malbatê. 3 roj piştî hevdîtina li Çinarê di 28’ê Çileya 1994’an de cenazeyê Dogan û kesek din li şikeftên li gundê Bellîtaş a Çinarê tê dîtin. 24 sal li ser bûyerê re derbas bûn lê hêjî kujer ne hatine dîtin.”

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hat lidarxistin.