Xizmên girtiyan: Bila hiqûqnas û malbatên din dengê me bibihîsin

Xizmên girtiyan ev bi rojan e li Baroya Amedê "Nobeta Dadê" digirin û dixwazin dengê wan were bihîstin.

Malbat û xizmên gritiyan ji bo ku tedawiya girtiyan wer kirin, girtiyên ku dema cezayê wan qediyayî werin berdan û dawî li binpêkirina mafan were ev 12 roj in li Baroya Amedê di ‘Nobeta Dadê’’ de ne. 

 
Incî Guler Altindag xwîşka girtî Abdulselam Guler ê ku li Girtîgeha Tîpa D’yê ya Amedê girtî ye diyar kir zext û zordarî bi vîrusa koronayê re zêde bûne ew bi teqezî vê qebûl nakin û ti yasayên ku derkevin ji bo girtiyên siyasî nayên bicihanîn. Altindag got, ‘’Em dixwazin ev qanûn ji bo me jî bi cih were. Ji ber vê em li vir in û em dixwazin dengê me were bihîstin. Em bang li malbatên girtiyan dikin; werin dengê xwe bidin bihîstin. Ji bo ku dad bicih we, ji bo ku zilm li xizmên me nebe em li vir in. ’’ 

 
Hasîne Guler ku hevserê wê Siddik Guler li Girtîgeha Skenderûnê girtiye diyar kir, hevser û kurê wê girtî ne, got, ‘’Ji ber vîrûsa koronayê ev 2 sal in ez neçûma hevdîtinê. Zarokên min diçin. Li gorî gotina wan bi kursiyê bi tekerlek tînin. Li gel ku me xwest bînin girtîgeha Amedê jî birin Skenderûnê. Li wir bi nexweşiya koronayê ket. Du caran. Dema ku cara peşî pê ketî 2 mehan ketibû karantînayê. Em naxwazin xizmen me girtî bin. Em dadê dixwazin.
Hevserê min 2 aran anjiyo bû. Em bi vê çalakiya xwe dixwazin vê bibêjin. Ji ber ku girtîheh tije kirin. Em bang li hemû malbatan dikin ku destekê bidin me. Ji ber ku êşkencê li zarok û hevserên me dikin.’’


Raşahat Ada xwîşka Hamdûsena ku li girtigeha Nimro 2 ya Tîpa T’yê ya Amedê girtiye, goti li girtîgehê êşkenceyê li birayê wê dikin û xwest ku demildest dawî li van nehiqûqiyan were.
Li ser armanca çalakiya xwe Ada got, ‘’Em heq û hiqûq xwe dixwazin. Em naxwazin ku êdî dayik bigirîn. Em dixwazin dad û aştî were. Diya min bi salan e ku kurê xwe neditiye. Şev û roja me tevlî hev bûye. Em lêzimiyên xizmên xwe dibin wan nakin hundir. Tim zext û êşkencê li wan dikin.  Beriya bi sê rojan 30 kesan li birayê min daye. Ji bo ku em van tiştan protesto bikin em hatin vir. Divê hiqûqna û malbatên girtî destekê bidin me.’’