Xizmên girtiyan banga mezinkirina Nobeta Edaletê kirin

Dayikên Aştiyê çûn serdana xizmên girtiyan yên ev 5 rojin Nobeta Edaletê didomînin û piştgirî dan çalakiya wan.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û ji bo girtiyên nexweş bên berdan dabûn destpêkirin, di roja 5'an de ye. Îro du malbatên din tevlê çalakiyê bûn. Saît Demîr, bavê Mazlûm Demîr ê di Girtîgeha Tîpa T a Amedê û Safiye û Abdulkudus Baltaş, dayik û bavên Azad Baltaş ê di Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H'yê de tên girtin, tevlê Nobeta Edaletê bûn. Endamê Desteya Rêveber a Baroya Amedê Mehdî Ozer û xebatkarên baroyê pêşwaziya malbatan kirin.

Li wir Saît Demîr destnîşan kir ku li girtîgehan nexweşî û karantîna veguherîne pirsgirêkên mezin. Demîr, Wezîrê Dadê ku îdia kiribû li girtîgehan tu pirsgirêk tune ye tawanbar kir û xwest demildest pirsgirêkên li girtîgehan ji holê bên rakirin û girtiyên nexweş bên berdan û bang li malbatên din kir ku xwedî li zarokên xwe derkevin û tevli çalakiya nobetê bibin.

Abdulkudus Baltaş jî destnîşan kir ku tu sûcê kurê wî Azad û girtiyên siyasî yên din tune ne, tenê ji ber kurdbûna xwe girtî ne.

Îro Dayikên Aştiyê jî ji bo piştgiriyê serdana malbatên di nobetê de kirin. Li ser navê dayikan Nazîfe Yîgît axifî. Yîgît, vê çalakiya ku ji bo girtiyên nexweş hatiye destpêkirin silav kir û piştgiriya Dayikên Aştiyê ya ji bo çalakiyê ragihand.

Yîgît, destnîşan kir ku di dema pandemiyê de girtiyên nexweş zor û zehmetiyek mezin kişandine û bal kişand ser rewşa Siddik Gulerê 85 salî ku 28 salin girtiye. Yîgît got: "Em vê bêedaletiyê qebûl nakin. Me zarokên xwe ji bo bên qetilkirin enanîne dinê. Em bang li her kesî dikin ku vê çalakiya nobedê mezin bikin û bibin dengê girtiyên nexweş."

Hakki Boltan ku ji destpêkê ve di çalakiyê de ye, anî ziman ku serdana Dayikên Aştiyê ji bo wan pir girîng û biqîmet e û got: "Daxwaza me ya edaletê tenê ne ji bo zarokên me ye. Ev daxwaza me ji bo her kesî ye. Lewma divê her kes piştgiriya ji bo vê çalakiyê bidomîne da ku em karibin pêşî li ber vê bêedaletiyê bigirin."